Cîhan
Jina Mubarek jî girtin
Jina serokkomarê Misrê yê kevin Husnu Mubarek jî kirin di bin çav de. Wek tê zanîn serokkomarê Misrê yê kevin Mubarek 83 saliye û 30 salan li ser hukum maye. Piştî xwepêşandanên li Misrê Mubarek mecbûr bû ji dev desthilatê berda û desthilat teslîmê hêzên çekdarên Misrê kir. Mubarek ji bo gendelî û xwarina pereyek mezin tê dadgehkirin. Ew niha ji bo nexweşiya xwe li devera Şarm El Şex de di nexweşxaneyekî de di bin çavandeye.
Niha jina Husnu Mubarek Suzan Mubarek jî bi mebesta gendeliyê kirin di bin çav de.Herweha kurê Mubarek jî qedexeye ku derkeve derê Misrê. Hukumetê dest daniye li ser malên wa jî.