Hevpeyvîn

Jin jî amadekariyan ji serxwebûnê re dikin

Jinên kurd ê Herêma Kurdistanê ku di nava Parlementoya Kurdistanê de xwedî temsîliyeteke bihêz in çaverêyî serxwebûnê ne. Jinên kurd ê di her qonaxa têkoşîna rizgariyê de bûne xwedî rol niha jî amadekariyan ji bo rapirsiya serxwebûnê dikin. Ji destpêka şerê rizgariya Kurdistanê jinên kurd di her qonaxê de cihê xwe li cem merê kurd girtine û bi erka xwe rabûne. Bi zîrekî, qehremanî û lêhengiya xwe li hember dagirkeriyê bûne helwest, hevserên xwe, zarokên xwe ji şerê rizgariyê re amadekirine û ew bi xwe jî beşdarî têkoşînê bûne. Bi taybetî komelgeha Başûrê Kurdistanê zêdetir ji 200 sal e li hember neyarên Kurdistanê şer dike û heta niha zêdetir ji 500 hezar qurbanî daye. Piştî duristbûna destkeftî û otorîteyeke kurd li Başûr jinên kurd ê li gel Pêşmergeyan li sengerên şer bûn beşdarî nav karên komeleyatî bûn û di nava siyasetê jî de cihê xwe girtin. Amîna Zikrî Parlementera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji BasNûçe’yê re axivî û di derbarê, beşdariya jinan a nav siyasetê û kar û barê jinan ê nav komelgehê şîrove kir. Zikrî amaje li ser wê yekê kir ku roj bi roj beşdariya jinan a li nav komelgehê zêdetir dibe û jin di her cihê biryardanê de xwedî erk in.Herwiha Zikrî rola jinên kurd jî bi bîr dixe û tekez dike ku jina kurd jî amadekariyan ji bo serxwebûnê dike. “Berxwedana jinan ji sê qonaxan pêk te” Parlementera PDK’ê Amîna Zikrî, bal kişand ser qonaxên berxwedan û xebata jinên kurd li Başûr û wiha axivî: “Em dikarin temsîlîyeta jinan a di berxwedana Başûr bikin sê merhele û qonax. Qonaxeke nehênî heye. Qonaxa şerê çekdarî heye û qonaxa siyaseta legal heye. Di dema netewek dest bi xebata netewî dike jin, kal, pîr, zarok hemû beşdarî wê rêgezê dibin. Piştî Şoreşa Gulanê ya 1991’ê Parlementoya Kurdistanê hat damezirandin û jinên Başûrî bi awayekî aktîv beşdarî nav siyasetê bûn. Ew beşdarî ne di asta pêwîst de bû lê gelekî baş bû. Dîroka xebata jinên kurd xwe dispêre Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurd. Di sala 1952’an de bi fermana Mele Mistefa Barzanî, bo xwendin û pêşvçûna jinên kurd ew rêxistin hatibû danîn. Xebatên wê rêxistinê heta sala 90’î berdewam kir. Ji bo xwendina jinan gelek hewldan hatine dayîn û pêşveçûneke baş bidest ket. Nexwendina jinan êşek bû rêxistininên jinan gelek baş kar kirin. Rêjeya beşdariya jinên kurd a siyasetê ji ya jinên Iraqî zêdetir e Li aliyê din Zikrî aşkere kir ku di sala 2003’an jî de li seranserê Iraqê hewldanên baş pêk hatin ji bo xebatên jinan lêbelê  ji ber tesîra olî li ser komelgeha Iraqê pêşveçûneke zêde li Iraqê durist nebûye ew pêşveçûn li Herêma Kurdistanê gelek bi serkeftî bi encam bûye. Zikrî wiha behsa berawirdiya komelgeya Iraqê Kurdistanê dike: “Piştî sala 2003’ê jî hewleke baş li seranserê Iraqê destpêkir û jin bi erka xwe rabin. Di sala 2005’ê de di Destûra Iraqê de biryar li ser wê yekê hat dayîn ku rêjeya jinan di cihê biryardanê de ji sedî 25 be. Bi taybetî di parlementoyê de gavên baş hatin avêtin. Komelgeha Iraqê komelgeheke dinî, eşaîrî û mezhebî ye xebatên jinan û rola jinan a di nava komelgehê de arîşeyan durist dike. Civateke ku mêr lê serdest be xebata aktîv a  jinê baş nayê dîtin. Li Başûrê Kurdistanê piştî sala 2005’an gavên giring hatin avêtin. Ew qonax qonaxeke mohîm e. Di parlementoyê de, di Destûrê de gavên giring hatin avêtin. Weke, kuştina jinan a di jêr perdeya namûsê de, şahidiya jinê ya beramber bi du kesan, rêjeya beşdariya jinan ji sedî 25 bû ji sedî 30 vê yekê jî bi xwe re gavên nû û pêşketinên nû anî.” Herwiha Zikrî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di sala 2015’an de ji bo bi dawîbûna tûndiya li ser jinan û xurtkirina rola jinan di kabîneyê de hin guhertin hatine kirin û wiha got: “Piştî sala 2012’an qonaxeke nû hat danîn û jin beşdarî desteyên rêveberiyên hizbên siyasî bûn. Di sala 2015’an de di hikûmetê de hin guhertinên nû hatin kirin. Biryarên nû hatin stendin, mekanîzmayên kontrolkirinê hatin danîn. Lijne hat danîn ku her meh ligel Wezareta Dadê, Encûmena Jinan, Rayedarên Nehêlana Tûndutujiyê, û Serokwezîr danûstendinê li ser rewşa jinan bike. Rêveberiyên Nehêlana Tundûtijiyê hatin vekirin. Malên parastina jinan hatin avakirin. Ev prose tûndiya li ser jinan kêm dike. Bi giştî ji sala 2012’an heta niha dewreke baş heye. Jin di cihên biryardanê de, di ragihandinê de, di parlementoyê de di her warê komelgehê de beşdar dibin.” “Jin beşdarî Lijneya Amadekar a Destûrê jî bûne” Parlementer Zikrî, herwiha da zanîn ku wan hewldaye ku jin jî din cihê xwe di nava Lijneya Amadekar a Destûrê de cih bigrrin û sê jin jî beşdarî van lijneyê bûne. Zikrî tekez kir ku wan ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hevdîtin çêkiriye û wiha berdewam kir: “Ji bo destûrê me lijneyek danî bû. Lijneya Aştiya Serkirdeyên Siyasî. Ez jî endamê wê lijneyê bûm. Me serdana hemû layanên siyasî kir. Me serdana Serokkomarê Kurdistanê Cenabê Serok Mesûd Barzanî kir. Me biryar li ser wê yekê da ku divê jin di kabîneya 8’an de cih bigrin. Me got; ‘eger jin di kabîneyê de cih negirin em ê piştgiriya kabîneyê nekin’ armanca me ya serekî ew bû ku em rê li ber tûndiya li ser jinê bigrin û hewl bidin ku jin beşdarî proseyê bibin. Me daxwazên xwe tomar kirin û radestî Lijneya Destûrê jî kir. Sê jin jî beşdarî Lijneya Destûrê bûn û di nava wê de cihê xwe girtin.” “Sunneta jinan û firejinî kêm bûye” Di berdewamiya axaftina xwe de Zikrî di derbarê yasayên firejinî û rêliber girtina sunneta jinan jî axivî û da zanîn ku wan yasa derxistina da ku firejiniyê kê bikin û sunneta jinan jî bi dawî bikin. Zikrî herwiha ragihand ku sunneta jinan kêmbûye û wiha pê de çû: “Rêliber firejiniyê nehatiye girtin. Di yasaya firejiniyê de guhertin hatin kirin û ew rêje hat kêmkirin. Di warê yasayî hemû tişt hatiye kirin lêbelê di warê emelî de mirov nikare bêje ew bi temamî ji holê hatiye rakirin. Li navçeyên Iraqê rê li ber wê yekê vekiriye ku firejinî hebe. Qanûnên Iraqê wî mafî didin ku firejinî hebe. Li dadgehên Mûsilê û li navendên din wî karî bi encam dikin. Hebûna qanûna me wê rêjeya kêm kiriye. Ev yek jî aliyê baş ê wê qanûnê ye. Me qanûn li ser wê yekê ji derxistine ku sunnetkirina jinan hatiye qedexekirin. Yasaya me wisa ye; eger kî wî karî li ser jinê bike tê cezakirin. Eger bijîşkek wî karî bike tê sizakirin û ji kar tê dûrxistin. Eger ne bijîşk ne be jî tê cezakirin û girtin. Li mentiqaya Silêmaniyê, Çemçemal, li hin deverên Hewlêrê bi şêweyekî veşartî vî karî dikin.” “Kêçên êzdî tên rizgarkirin” Amîna Zikrî êrîşa DAIŞ’ê ya ser Şengalê û dilbûna jinên êzdî jî bi bîr xist. Herwiha Zikrî daxuyand ku heta niha gelek keçên êzdî ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û hevsera wî Nebilê Barzanî li ser vê meseleyê rawstiyane û ji bo ku keçên êzdî bên rizgarkirin hewl didin. Zikrî wiha behsa rizgarkirina keçên êzdî kir: “Êrîşa DAIŞ’ê ya ser keçen me yên êzdî karesateke mezin bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryara wê yekê da ku wan keçen me rizgar bike. Li parêzgeha Duhokê navendeke rizgarkirina keçen ezdi hat danîn. Bi serperiştiya cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Nabîle Barzanî jina Neçîrvan Barzanî hewldanên mezin hatin dayîn gelek keçen me yên êzdî hatin rizgarkirin û yên hatin rizgarkirin hatin dermankirin û tedawîkirin.” “Jina kurd jî amadekariya serxwebûnê dike” Li aliyê din Parlementer Zikrî tekez kir ku rapirsiya serxwebûna Kurdistanê di rojeva wan jî de ye û ew ê jî piştgiriya rapirsiyê bikin. Zikrî  tekez kir ku jina kurd jî amadkariyan bo rapirsiyê dike. Zikrî nerînên xwe yên ser rapirsiyê û amadekariyên rapirsiyê jî wiha şîrove dike: “Meseleya referandûma Kurdistanê, meseleyeke netewî ye. Bi sedan sal e kurd ji bo vê xewnê şer dikin. Binemala Barzanî bi tenê ev sed sal in bo wê xewnê şer dikin. Barzaniyê Nemir li ser vê xewnê serê xwe danî. Înşalah ew ê li ser destê Serok Mesûd Barzanî ev xeyala kurdan bi cih bibe. Jina kurd jî ji bo wê yekê kar dike. Ew ê di referandûmê de bi erka xwe ve rabin. Pirsa referandûmê ne pirseke rêgezî ye, pirseke netewî ye. Kurd hemû çaverê ne. Ew ê di demeke nêzde bêencamdan û wê kurd bigihên xewna xwe. Kî li hember serxwebûnê derkeve ew ê şermezar derkeve û ew ê nikaribe bersiva wê yekê bide.” Di dawiya axaftina xwe de Zikrî bal kişand ser diyaloga jinên kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê jî û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Di sala 2012’an de li Amedê me Kongreya Netewî ya Jinên Kurd li dar xist. Ji herçar parçeyên Kurdistanê jin beşdar bibûn. Me  Hewldana Jinên Kurd ava kir û me biryar da kongreya duyem li Hewlêra paytext bêkirin. Di sala 2013’an jî de me li Hewlêrê konreya xwe ya duyem encam da. Me biryar da ku navendeke jinên kurd vekin. Lê ew pêk nehat. Jinên nêzîkî PKK’ê nêzîkî wê yekê nebûn.” Mehmed Salih Bedirxan/Bas

Back to top button