Ji weşanên Han berhemeke nû: 'Feqiyê Teyran'

Ji Weşanên Han berhemeke din… Romana bi navê „Feqiyê Teyran” ya nivîskarê Kurd Abdusamet Yigit derket. Yigit di vê xebata xwe de jiyan û xebatên şair û feylesofê nemir yê Kurd Feqiyê Teyran kiriye mijar û her wisa ev berhem ji pênc cildê ava dibe.

Cilda yekem berê niha jî wek çapa yekem ji nav weşanên Sarayê hatibû weşandin. Lê ev car Weşanxaneya HAN ev her pênc cildên berhemê wek projeyekê daniye ber xwe û cilda yekemîn weşandiye. Li gor ragîhandina edîtoriya Weşanxaneya HAN, wê her meh cildek din biweşînin û bi vî aweyî li gor projeya wan di nav 5 mehan de her pênc cild jî wê bihêtin weşandin.

Her wiha  edîtoriya HANê dide zanîn ku ji bilî vê berhemê jî gelek xebatên Abdusamet Yigit di demên pêş de wê bihêtin weşandin.
Cilda yekemîn ya pirtûka „Feqiyê Teyran” ji 4 beş û 232 rûpelan pêk dihê. Nivîskarê Kurd Yigît di vê berhema xwe ya bi nirx de jiyan, serborî, xebat, raman, xem û xeyalên  şair û feylesofê Kurd yê mezin Feqiyê Teyran bi zimanekî zengîn, zelal û herikbar û bi tameke xwendiniyê jibo   xwendekar û wêjehezên Kurd amade kiriye…

 
Nasnameya berhemê:
Feqiyê Teyran  –  Abdusamet Yîgît
Pirtûka Yekemîn
Feqiyê Teyran  * Abdulsamet Yîgît
© Han-Grafik & Abdulsamet Yîgît
Çapa 2. Berlîn/Tebax-2010
Feqiyê Teyran 1 Çapa 1: Weşanên Sara
Weşanên Han – 33
Roman- 12
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design:Gazîn Onur Han
 
Navnîşana Daxwezkirinê:
Biha: 9,00 €
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 – 12157 Berlîn
Tel.: +49 (0) 30 47987052-53
Tel: +49 (0) 30 47987054
Tel. : +49 (0) 178 780 76 83
[email protected] [email protected]
www.evra-kitap.com
www.kurdistan-news.net
ISBN: 978-3-94040997-34-0
HAN Roman
Kerem bikin besheke ji berhemê…
 
F E Q I Y Ê T E Y R A N
I
Rojek wek ji wan rojên din bû. Lê li hewa serma hebû û ev serma jî bi xwe re seqemeke pir hişk ji derve dihanî. Bi wê seqema serê sibehê re, Hasnê jî zû rabû bû ser xwe û kar û barê xwe yên malê dikir. Mêrê wê Hamed Beg jî, dereng ji xew rabû bû û li ser taştê rûnişti bû, taştiya xwe dixwar. Hasnê berî wî ji ser taştê rabû bû ser xwe, ji bo kar û barê xwe hinekê zûtir pêk bihêne. Hamed Beg taştiya xwe kir, rabû û çû li ber dîwarê malê, li ber germahiya beroşkê rawestiya. Ew germahiya ku ji royê derdiket, germahiyeke xweş dida û ew germahî jî, wê seqema hişk a sibehê dişikand. Derdor germ dibû û bi germê re jî, di wê heyamê de, hewa hinek xweş dibû. Hasnê ne dikarî pir bi karên giran rabe. Karên ku dikari bû bike, dikir. Hasne zikê wê li ber devê wê bû. Ducanî bû. Di demeke nêzik de wê zarokek jê re çê bûya. Ew jî ji ber vê yekê dilxweş û bidil bû. Ew zarokê wan ê pêşî bû.

Berî ku begê wan ê mezin ji aliyê osmaniyan ve fermana mirinê jê re were dayin, jin hanî bû. Piştî ferman jê re derketi bû, ji wir çû bû. Lê çi kesekî ni zani bû ka ew çûye ku derê, yan jî nuha li ku derê dimîne. Lê bêguman hê sax bû. Ji ber ku hê nûçeya mirina wî ji maliyên wî re ne hati bû. Heger mirî ba, yan jî leşkerên osmaniyan li ciyekê xwe gihandibanê, wê nûçe zû belav bibûya. Begê mezin diçe,li nig Mîr Mihemed Mîrê Bazîdê xwe dide alî. Mirê Bazîdê mîrekî pir baş û bi qenciya xwe jî fireh dihate naskirin. Beg û axayên li derdorên Agriyê (Araratê) jî gelekî rêz didane wîû li gorî gotin û lebatên wî gavên xwe diavêtin. Ji ber vê yekê, rezê Şêxê Îdirê jî, ji wî re hê mezintir dibû.

Hasnê jineka pir baş û yeka zîrek bû. Li nav civakê û li derdora xwe dihate naskirin. Hasnê Xatunê, qîza begê Miksê bû. Begê Miksê jî li derdorên herêma Colemergê bi nav û deng bû. Colemerg di wê demê de heremeke gelekî bi nav û deng bû. Piştî şerê ku li herêmê ku di nav wan û osmaniyan de bû bû, êdi hê bêhtir bala sultanên osmaniyan kişandi bû ser xwe. Hêjayê gotinê ye, ku divêt mirov bêje, ku piştî şerê dema wan, dewleta osmanî li herêmê, di bin navê „rastkirinê” de gelek guherandin dabûn çêkirin. Weke begê Miksê yên gelek herêmên din jî, bextên wan bû bû wek hev. Lê ji aliyê rêveberiyê ve, ya serketî dewleta osmanî bû. Bi hêzeke mezin xwe bi ser xisti bûn. Bi wan serketinan re, li herêmê û bi begên herêmê re jî gelek guharandin bi xwe re hanî bûn. Piştî seferên bi wan şeran re, gava ku sultanê osmaniyan sefera li Kurdistanê hê maztir dike, êdi wan guherandinan tevî gelek xirakirin û perçiqandinan dest pê dikin û berdewam dikin.

Begê Miksê jî, bi vî awayî ji herêmê têt revandin. Lê lingê wî ji herêma wî na be, kuhere herêmeke din û dûr be. Li herêma xwe dimîne, ta ku kal dibe. Kurê wî Hemed Beg jî di wê heyamê de bi awayekî xwezayî cihê wî digire. Gelê Miksê pişta begê xwe û malbata wî digirin û na berdin bi tenê. Ji ber vê yekê jî, Hemed Beg li wir dimîne. Ji aliyekî dî ve jî, dewleta osmanî pir ne diwêrî bû, ku here ser wî. Piştî ku beg ji herêmê çû, ji ber ku di nav civakê de têt jimartin, ku beg ne li malê be û hêriş here ser mala wî, wê beg û axayên herêmê jî, li hevberê vê yekê serî rakin û ev yek, ji bo osmaniyan hîç jî ne baş dibû. Di nav civakê de, her weha weke kevneşopiyeke xwezayî jî, li malbatê xwedîderketin hebû. Di vê xalê de hêjayê gotinê ye, ku divêt mirov bêje, ku mala ku hêza xwe winda kiri bin, lêxwedîderketin weke kevneşopiyeke xwezayî bû. Ji her herêman lê xwedî diderketin û lê dimeyizandin di nav civakê de. Ji ber vê yekê jî rêvebirên osmaniyan ku hatiba, diviya bû pêşî bi serekan re rûnişta, yan jî wan bikişînin nig xwe daku xwe bi ser xin. Ku dihatin jî, yê ku pêşî dikirin ev bû. Şêx û axa û begên herêman, her weha hem jî aliyê mirovên herêman ve, weke ewlekariyeke bi kar dihatin û hem jî, ji aliyê rêveberiya osmaniyan ve ji bo ku nêzikî mirovan bin ew dikişandin bi aliyê xwe de û ew bi kar dihanîn. Lê osmaniyan ev yek di bin navê nêzikatiyeke olîtiyê de dikirin. Dema ku beg çû bû, pişt re Hemed Beg jî bû bû weke begê Miksê. Bavê wî ji bavkalê wî senceqa ku osmanî dabûnê, ji dest girti bû û ta wê roja jiyana xwe bi awayekî xwezayî berdewam kiri bûn. Beg û axayên herêmê, xwe li gorî jiyan û kevneşopiyên xwe berde-wam dikirin. Osmanî dixwastin li gorî nêzikatiyên wan were berdewamkirin. Di nav wan her du nêzikatiyan de, serekî xwezayî ku di nav herêmê û osmaniyan de li ser wan nêzikatiyên bingehîn, ku bi hizrî û civaknasiyê jî dihate ser zimên û xwe di nav wan de didan berdewamkirin.

Hizra civaknasiya Kurdistanê, xwe bi xwezayê re bi wate dike. Ev xwezayetî ji aliyê nêzikatiyên civakî ve jî, her weha xwe bi wate dike. Li hevberên wan rawestan jî, bi vî awayî dibû dûrketina civakî. Li gor vê yekê ku mirov dihizire, mirov dibîne ku şerên dijwar ku bi kuştinên koman re berdewam kiriye. Her weha dîrokek bi xwîn hatiye nivîsîn.

Li Miksê jî ev yek pir bi wate bû. Ava Wanê hinekî ev wate mezintir dikir. Herêm piştî dema ûrartûyan, ta wê demê, her weha ji bo hebûnên xwe rastî hêrişan hatine. Ji ber gelek hêrişan, xwe spartine wê derê. Lê çûna ser wê derê jî hinekî bi dijwarî dibû, ji ber ku mirovên ku xwe spartine wê derê, ji êlên (eşîrên, hozên) wê çûbûn ser wan. Wê çaxê çûne ser wan kesan û li nav hêrişên êlan de mane. Ev yek ji bo artêşê têkçûneke mezin bi xwe re haniye. Osmanî jî ev yek ji ber çavan ne dihildan. Her weha kevneşopî ji parastina mirovan re dibû şargeheke mezin. Li hundirê Wanê yan jî li aliyên din, li navendê jî, filehan, di nav dêran de hinek cihên veşartinê çê kiri bûn. Wan ciyan jî di bin hêrişan de dihatin bi karhanîn.
Li Miksê,ji gelek aliyên ve jî, cihên ewlekariyê çê kiri bûn. Ev cih mezin û di zikê xwezayê de hati bûn çêkirin. Cihên ku ji bo ewlekariyê hati bûn çêkirin, li dêrên weke Miksê, weke nêzîkê cihên daristanan û hwd dihatine çêkirin, daku di tengasiyekê de xwe bigehênine hundurê wê derê. Kuxwe digihandine daristanê, ji çiyayê Sîpan û pişt re Agirî ji bo wan dibû cihekî ewletiyê. Ji êla Hemed Beg jî gelek kesên weha di rewşên dijwar de xwe digihandine ciyan û rizgar dibûn.

Hemed Beg piştî xwarina xwe xwar û hate ber wê tîna rojê, ku zû serê sibehan derdikeve. Serê sibehê ew tîn pir xweş e û li ser mirov hîkariyekî (tesîreke) pir xweş dike. Hasnê jî pir bi kar ve na mîne ji ber ku ni kari bû pir kar bike. Karê ku kari ba dikir, ê ku ne kari ba jî dihişt ji yên ku dikirin re. Lê piranî karê mala xwe wê dixwast bi xwe bike û dikir. Ku jê dihat, çi caran bi hêviya çi kesekî ve karê xwe ne dihişt. Her weha karê xwe jî, xwe bi xwe kirin jî, tiştê ku herî zêde jê hez dikir. Hamed Beg jî, ji ber ku kurê beg bû û her dem mirovên ku dihatine dora wî, di nav wan de dima. Lê piştî ku begê mezin çûbû, êdi zêde civata wan ne digihaşt hev. Piranî jî, Hemed Beg dema xwe bi Hasnê re li malê dibuhurand. Lê car bi car jî, jin li hev digihan û bi hev re dipeyivîn û li ser mijarên di nav xwe de dan û standinan dikirin. Ji aliyek din ve jî, Hasnê bi tenê ne dima ji ber ku ducanî bû. Ha wê zarokê wê bibûna û ha wê zarokê wê bibûna. Li ser lingan bû. Lê ew jî û Hemed Beg jî pir lihev bûn. Zarokê wan yê pêşî wê çê bibûna. Lê begê wan ê mezin ne li nig wan bû.Bêguman vê yekê jî li ser wan hîkariyê dikir. Lê ne dibû asteng ji dilxweşiya wan re, ku wê zarokê wan çêbe. Di nav jiyana xwe de bi xwezayî tevdigeriyan. Ma gelo wê keç çê bibûna yan jî kur? Ew yek jî weke meraqek di dilê wan de bû. Ma wan çi dixwast? Keçik yan jî kurik? Tenê weke meraqek di serê wan de hebû û her wekî din, ji wê pê de çi tiştek wê kêlikê di ser xwe de ne dihizirîn. Tenê dikirin ku rojek berê zarokê wan were dunyayê, ku bêguman wê pir bi nirx û hêjayî be ji dê û bavê xwe re. Tenê car bi car ku Hasnê dirûnişt an jî bi tenê dima, destên xwe datanî li ser zikê xwe, dibir û dihanî. Bi kêf û bi dil jî li zikê xwe dimeyizand. Ma gelo çi di zikê wê de hebû?Keç bû yan jî kur?Ew jî pir bi meraq bû. Wê kêlikê gelekî dixwast fêr bibe, ka bi wê re keç e yan jî kur? Lê ne dibû ku wê kêlikê vê fêr bibûya. Divêt ta ku zarokê wê bibûna di vê nezaniyê de bima. Zarokê wan yê pêşî bû ku wê were dunyayê. Ew yek jî pê re dibû sedema hinek dilperîn û bêtebatiyan. Lê ji neçarî diviya bû, li ber hatina roja xwe bima. Ji neçarî bû ku ni kari bûn fêr bibûna ma ka kur e yan jîkeç? Yan jî ni kari bû berî dema xwe tijî bike, ku were dunyayê. Ji wê aliyê ve, tiştek di destê wê de tune bû. Lê pir bi dil û bi xweşî li hêviya wê roja ji dayikbûna zarokê xwe rawestiya bû. Her weha weke wê, Hemed Beg jî li hêviya çêbûna zarokê bû. Hemed Beg jî wê cara pêşî bibûya bav. Ji wî aliyê ve jî, hinek meraq û dilxweşî pê re hebûn. Ma gelo ew hesta ku ji nûka ve bibûya bav, ku xwe pê re dide nîşandan, çawa bû?Çi di dilê wî de çê dikir? Yan jî bavîtî çawa bû?Hemed Beg jî wê bibûna bavekî çawa gelo? Her weha bi wî re jî gelek pirsên ku bersiva wan ni zani bû, di serê wî de bûn. Tenê ev pirs di serê wî de bûn, lê wê di demeke nêzik de bersiva van pirsan bihata. Pir carên ku li hewşê yan jî li hundurû ku digehîştin hev, bi xweşî li hev dimeyizandin û bi hev re bi dilxweşî dikeniyan û paşê di hevdu re dibuhurtin.

Her weha dilxweşiyeke pir mezin bi herduyan re jî xwe dida xuyakirin. Hasnê wê bubûya dayik û Hemed Beg wê bibûya bav. Ev hizir di serên herduyan de ji hebû. Hasnê û Hemed Beg bi hezkirina hev, hevdu mar kiri bûn. Ji ber wê yekê jî pir hez ji hevdu dikirin. Hezkirineka mezin di dilê wan de ji bo hevdu hebû. Ev hezkirin bû ku wan ev çend bi hev re ji bo bûna zarokê wan bi hêvî û bi dil kiri bû. Bi wê hezkirinê re di dilên xwe de, bi hev re li zarokê xwe dimeyizandin. Ev hest bi wan re hebû, lê ma gelo wan ev hest çawa yan jî bi çi awayî dihanîn ser zimên?Mirov li ruyên wan dimeyizand, dihat têgehîştin, ku bi hestbûn û rûfihêtî di nav hev de li ruyên wan dixist û bi ruyên wan re dida derve. Lê bêguman divêt mirov bêje ku şahiyek di dilên herduyan de hebû, ku wan bi xwe vê jî bi temamî ni kari bûn bihênine ser zimên. Tenê vê dijiyan. Hemed Beg bav bû ji ber vê yekê kî dizane dibit, ku di dilê xwe de, weke xwe, kur jî dixwast. Lê tiştek ne dida derve. Heger kur be, wê weke wî bibe beg li ser serê herêmê, wê navê wan welê berdewam bike. Lê bi wê bavbûnê re tenê bûyina bavîtiyê di serî de cih girti bû. Carinan kur çê dibûn an jî keç. Lê gava ku mirov ji axatiyê be yan jî begîtî, bêguman her weha dixwaze weke wî jiyanek bi tuxmê wî re li pey wî re jî berdewam bike. Ev xwestek, xwestekeke asayî ye. Lê ji bo mirovekî ku hez kiri be û her weha evîndarê xwe hanî be, ma gelo ev asayî ye?Ma evîndarî ne xwezayî ye, ku bi hev re li gotinekê yan jî li ser biryarekê ku bi hev re were girtinê?Ma ew bi hev re xwedî gotin bûn?Ma gelo hizra Hasnê çi bû di vê xalê de? Ew jî jin bû û bêguman ew jî, ku mirov li gora wê mentiqê (lojîk) bihizire divêt, ku mirov bêje ew jî bi awayekî din dixwaze. Mirovên mezin bin û di nav civakê de xwedî biryar û gotin bin, her weha li ser xalên bi vî awayî re jî, bi taybetiyên xwe re, xwe didin nasandin. Mezinbûn û evîndarî her weha di rêveberiyê de bi nakokiyên kesayetiyê (şexsiyetê) re xwe dide nasandin. Lê bêguman divêt mirov bêje ku ev nakokî her weha bi vî awayî, di dilên ew kesên ku hevberên hev in, êşê jî çê dike. Ji ber ku evîndarî û mezinbûn di kesayetiyê de, di ser de ye di wê kêlîkê de. Hasnê jin bû û ku mirov li gor vê yekê dihizirî, mirov didît ku nêzîkatiyeke her weha ku hebe, wê gelekî êş pê re çêbe. Dilên tenik ji evîndariyê re hene. Lê dilên tenik jî, bi pirhestên di dil de ne. Pirhestbûn jî, ji aliyê hestan ve be, yan ji hizir be, rûniştinekê dixwaze di kesayetiyê de. Ji ber ku bi hestan re hevdîtin û bi hestan tevgerîn û li ser ve tevgerînê jiyaneke hestiyar avakirin bi xwe re hizrên hestiyarî jî çêdike û dike di bingeha wê jiyanê de.

Lê gelek caran, ji hestiyariya mezinbûnê, ji aliyê hizir ve jî tenê, bi xwe re bi hêza xwe re ye. Ji ber ku hestiyarî di piraliyan de wekhevî û xwedîtiyê dixwaze. Ev gotin weke gotineke bi nakokî jî were xuyakirin,lê disan divêt mirov bêje ku di sazimendiyê de taybetiyên kesayetiyê dihêne ser zimên. Ev kesayetî ji kesayetiya evîndariyê ye. Kesayetiya evîndariyê gelekî bi hestan re dijî. Ji ber wê yekê têt gotin ku carina ne bi çavekê, lê bi çavikekê dimeyzîne. Hasnê û Hemed Beg jî gelo bi vê çavikê bûn?Jiyana wan di nav wan de di xwezaya xwe de berdewam dikir. Piştî ku begê mezin çûbû, dîsan weke berê di xwezaya xwe de jiyana wan berdewam dikir. Hev bi evîndarî kiri bûn û nuha wê ji wan re zarokek çê bûya. Wê bibûna dê û bav li jiyanê. Bi dê- û bavbûnê re, wê gelek berpirsiyariyên wan çê bibûna. Ji vê yekê re jî diviya bû xwe amade bikin. Jiyan û rêveçûnên wan dihate meyizandinê. Ji aliyê vê berpirsiyariyê ve, ku mirov dimeyi-zand diviya bû, ku mirov bêje ku berpirsiyariya jinê li jiyanê hê bêhtir bû. Lihevdayina malê û sexbêrî û meyizandina li zarokan, li ser milê jinê bû. Biryarên malê jî bi piranî wê didan. Li malê gotinên jinê divêt ku ne hata binpêkirin. Li malê gotina peya jî dibuhurî û mezin bû. Lê ma gelo bi qasî ku gotina jin li malê dibuhurî, ya peya jî li derve dibuhurî?Lê dîsan divêt ku mirov bêje ku bi hevrebûn mijareke gelekî girîng bû û xwe dida ber çavan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: