Ji Weşanên AVA du pirtûkên nû derketin
Serhat HEMDEM; ji Şemrexa Mêrdînê ye. Helbestên Hemdem di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin.
Muzîkjen û helbestkar e. (Endamê MAHABAD e ku di sala 2011’an de albuma wan bi navê “Xelek” ji Kom Muzîkê derket.)
Di heman demê de di sala 2002’an de ligel 3 hevalên xwe kovara hunerî û wejeyî KEVAN, derxist.
“êvara li ber pencerê”, ji 64 rûpelan pêk tê û pirtûka Serhat Hemdem ya ewil e.
Nîhat ÖZDAL; di sala 1984an de li Xelfetiyê hatiye dinyê.
Ji sala 2002an ve helbestên wî, li hundur û derveyî welêt, di gelek kovaran de hatine weşandin. Helbestên xwe yê ewil di pirtûkên xwe yê bi navê “Güneşi Bekle” û “Uzak” de weşandiye. Pirtûka wî “Google’den Önce” Xelata Helbestên Ciwan ya Memet Fuat (2008) stendiye û di 2011an de jî di Xelatên Helbestê ya Homeros de “Hêjayî Pesindayinê” hatiye dîtin. Pirtûka di destê we de “Şopên Baskan” di sala 2011an de weşiyaye, 64 rûpel e û ji hêla Zeynep PARILTI ve hatiye wegerandin. Di helbestên Özdal de bi lêgerînên ceribandinê re hêm ayên xwezayê derdikeve pêş.