Kultur

Ji Weşanên AVA du berhemên nû

Ji Weşanên AVA du berhemên helbestan derketin berhemek ji vana ya Gernas Roderîn û ya din jî ya Veysel Vesek e.

Gernas Roderîn; di sala 1979’an de li navenda Mêrdînê hatiye dinyayê. Di sala 2002’an de li Zanîngeha Sêrtê, beşa Mamostetiya Dibistana Sereta qedand. Ji wê salê heta niha li navenda Mêrdînê mamostetiyê dike.

Helbestên Roderîn ev demeke dirêj e ku di gelek kovar û malparan de têne weşandin. Bihara Şînîgiran; yekem pirtûka helbestvan Gernas Roderîn ya helbestan e. Bi zimanekî zexm, risteyên balkêş û cihêwaz rêzkiriye. Pirtûk ji aliyê Weşanên AVA hatiye weşandin û ji 64 rûpelan pêk tê.

Veysel Vesek; di sala 1979an de li Hezexê, gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li navçeya Hezexê qedand. Ji ber şerê li welêt ji mecbûrî bi malbata xwe re bar kir Edenê.

Li Ceyhana Edenê lîse qedand. Li Zanîngeha Dîcle, Fakulteya Hiqûqê li Amadê xwend. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de dest bi nivîsandina kurdî kir. Helbest û nivîsê wî di gelek kovar, rojname û malperan de hatin weşandin. Veysel Vesek li Hezexê rûdinê, bavê du zaroka ye û parêzeriyê dike. Vesek bi kurdiyeke herikbar û zelal balê dikşîne ser civakê, siyasetê û evînê. Zêdayî berhema wî ya yekemîn e, Ji hêla Weşanên AVA hatiye weşandin û ji 80 rûpelan pêk tê.

Back to top button