Polîtîk

Ji Swêdê sê delegasyon diçin Amedê

Ji bo raçavkirina dadgeha li Amedê ku di 18/10 de dest pê dike, sê heyet ji Swêdê diçin Amedê. Partiya Sosyal Demokratan di rêvebiriya Peter Hulqvist û Evin Çetin, Partiya Keskan di rêvebiriya Emin Maskan û Jabar Amin, Partiya Çep di rêvebiriya Hediye Guzel û ji Uppsalayê Yekbun Alp dê herin Amedê û hevdîtina pêk bihênin.

Me xwe gehand pertiya Çep û em bi du nûnerên wan di delegasyonê de axifîn. Em bi we re pay dikin.

Ji partiya Çep Hediye Guzel armanca gerê wisa nirxand: ”Di havîna 2010 de ji bo piştgiriya zarokên keviravêj em li Amedê bûn. Li wir hate gotin ku dadgeha şaredar û siyasetvanên Kurda di meha 10 an dest pê dike. Ji bo pêşketina demokrasî û hizirkirina azad pir giring e ku, kesên siyasetvan neyêne girtin û nekevin hepsê. Lewma ji me re giring e ku em ê li wir bin, piştgiriyê bidin.
Em bi dirêjayî ji bo pirsa demokrasiyê li Turkiyê xebitîne. Ji bo ku mafê Kurda bê nasîn, ku li cem me pir giring e, xebata me bi partiyên din re li Swêdê û derveyî Swêdê didome, bi amnesty û dezgehên din re didome. Em ji bo piştgiriya siyasetvanê Kurda û kesên mîna Muharrem Erbey li wir in. Em ê vekirî vê mesaja xwe bighêjînin deverên pêwîst.”

Nûnera Partiya Çep li Uppsalayê Yekbun Alp jî ji bo xurtkirina qonaxa aştiyê dîtina xwe wisa anî zimên: ”Giring e ku, em xebata xwe li derve û hundirû xurt bikin. Li ser pirsa nasîna ziman, çand û nasnameya kurdî konferans û çalakiyên din pêk bihênin da ku keda ronakbîr û siyasetvana li derveyî welêt jî tevlî xebata welêt bikin. Daxwaziyên min wek kesek siyasetvan ji hikumeta Turkiyê û şervanê kurda rawestandina şer û danîna çekan e, vekirina rêya diyalogê bi kesên têkildar re ye. Ji bo qonaxa heye bi aramî derbas bibe û mesajek erênî bighêje xelkê, serbest berdana kesên siyasî di hepsan de ye.
Operasyonên dibin çi caran problem çareser nekiriye, problemên hene mezintir kiriye. Lewma niha dema aştiyê ye û divê gavên pêwîst bêne avêtin. Em ji bo serbestberdana Kurdên siyasî diçin Amedê û li wir dê banga aştiyê jî bikin…”

EuroKurd News-eurokurd.net

Back to top button