Cîhan

Ji Swêdê kirêkir anî Iraqê û got Daîş ji min diziye

Otombêla giranbiha kirê kir û anî Iraqê û got Daîş ji min diziye

Zilamekî Iraqî otombêlekî giranbihaya li Swêdê bi kirê girtiye û aniye Iraqê û paşê piştî dû salan gotiye Da’îş otombêlê ji min diziye.

Li gor zanyariyên malpera Friatider û Radyoya Swêdî, zilamekî temen 53 salan, otombêlekî ji Swêdê ku bihayê wê Nîv mîlyon Kronê Swêdî ye, bi kirê girtiye û aniye Iraqê piştî dû salan otombêlê venegerandiye. Dema vegeriyaye Swêdê jî gotiye Daîş wê otombêlê ji min dizîne, ew zilam niha ji aliyê dadgeha Swêdê ve bi tawana saxtekariyê tê mehkum kirin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button