Helmeta Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî!

Li torên civakî de komek çalakvan û kesayetiyên Kurd helmeteke bi navê Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî hatiye destpêkirin ku li komîteya birêvebir de Mêhdî Zana, Konê Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Laleş Qaso heye. Daxuyaniya wan li jêre û ji kerema xwe ji bo Şehîd Mistefa Selîmî yeke din dûbare nebe, îmza bike….

JI SEROKA PARLAMENTOYA KURDISTANÊ RE

Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, wek ku cenabê te jî dizane, Mistefa Selîmiyê ku wek endam û pêşmergeyekî PDKa Rohilatê Kurdistanê bû, di nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, M.Selîmî piştî 17 salan, di 17ê meha adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayişê YNKê dike. M.Selîmî piştî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayişê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê kurd tînin!
Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêşmerge welat e, û welatkujiyê rûda ye! Miletê kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e!
Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin şermezar dikin, ji cenabê Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî şikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!

14.04.2020

Komîteya Birêvebir
Mêhdî Zana, Konê Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Laleş Qaso

Eger hûn bixwazin li bin daxwaznameyê îmze bikin, ji kerema xwe li ser vê lînkê bitikînin…

https://www.change.org/p/www-amnesty-org-tr-edalet-ji-bo-%C5%9Feh%C3%AEd-mistefa-sel%C3%AEm%C3%AE?fbclid=IwAR2xEGJjka6_EMfVX9tuiRz2Pj8TDJPAlPQNm7s0onAM9mHsQeHKq0qCE6A

Nerîna min :