CivakDosyaPolîtîk

Ji serok banga referanduma serxwebûnê

 Banga serokê Kurdistanê Mesud barzanî ji bo referandum a serxwebûnê. Barzanî peyamek ji bo hemû Kurdistaniya û aliyên siyasî ragihand. Di peyama xwe de Barzanîdibêje:   Bi navê xwedayê mezin û dilovan Cemawerê xweragirê Kurdistanê Hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê Rewşa navçeyê bi qonaxekî nû da derbas dibe û bi hemû nirxandinekî guhertinên mezin li holêdane. Gelê Kurdistanê û ezmûna wê jî li ber qonaxekî hestiyar û çarenûssazdaye, nabê ev derfeta vê carê ji bo gelê me hatiye pêş, ji dest bidîn. Îro pêgeha gelê Kurdistanê li ser asta navdewletî asoyekî xwe ya ronak heye û li şerê terorê jî bi hewla Pêşmergeyên qehreman û li sayeya xwîna şehîdên me û bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û piştevaniya hevpeymanan, serkeftineke mezin bi dest hatiye û terorîst tûşî şikestên mezin hatin lê belê metirsiya wan her maye. Hemwelatiyên Kurdistanê Ji bo me li vê qonaxê da hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne, nabê rê bidîn ev pirsa çarenûssaz bibê qurbana nakokî û gengeşeyên navxweyî. Ji bo vê yekê daxwaz ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê dikim li zûtirîn demî da rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo dirustkirina komdengiya niştîmanî li ser pirsa referandum û serbixweyî û hengava yekem eweye li gel Bexda bikevîn guftûgoya eşkere û birayane. Ji bo vê mebestê hemû hêz û aliyan vedixwînim ku civîneke taybet ji bo vê babetê encam bidîn ji bo biryardana li ser hengavên paşarojê û ji bo eve jî Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê peywendiyê bi hemû aliyan ve dike. Mesûd Barzanî23.06.2016  

Back to top button