Polîtîk

Divê kurd firsenda dîrokî ji dest nedin

  Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK di18-19ê Hezîrana 2016an de li Amedê civîya û endamê Desteya Birêvebir a Navendî (DBN) destnîşankir. Meclîsa Partiyê, ji bo buroyên bi DBNê ve giradayî kar parve kir, geşedanên siyasî yên li herêmê diqewimin nîqaş kir û biryar sitend ku daxuyaniya li jêrê pêşkeşê raya giştî bike. PSKê, di serdemeke ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê û Tirkiyeyê geşedanên ku dikare qedera herêmê biguhêrîne, diqewimin de hemû dijwarî li pişt xwe hişt û pêvajoya derketina qada eşkereyî xilas kir. Li Rojhilata navîn tixûbên ku berjewendiyên dewletên emperyalist û hevkarên wan yên herêmî diparast û li dij vîna (îrade) gelen li herêmê dijîn hatibû xêzkirin her ku diçe bê wate dibe û statuya siyasî ku hatibû avakirin hildiweşe. Di serdemeke ku destnîşankirina tixûban ji nû ve tê rojevê, daxwazên statuyeke ku hebûna komên kêmnetewe û olî yên li herêmê û her cûre mafên wan dinase û piştevaniyeke xurt jî digire de; kurd û tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurdistanê wek hêzekî girîng derdikeve holê û piştgiriya navneteweyî distîne. Divê kurd vê firsenda dîrokî ji dest nedin. Tiştên ji bo vê yekê bê kirin jî pêşvexistina têkoşîna neteweyî û demokratîk e bi rê û rêbazên hemdem. Divê kurd nirxên gerdûnî wek demokrasî, beşdarî, rêzgirtina li himber mafên mirovan û serdestiya hiqûqê, qebûlkirina cudahiyan li dij derketine her cûre cihêkariyê di jiyana xwe de bi cih bikin. Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ku ev 25 sal in li himberî ambargoyên navneteweyî û herêmî li ber xwe dide û li himberî êrîş û gefên dewletên cîran xwe ragirtiye û li ser piya maye; xwe amade dike ku bi referandûma dê bêkirin re têkiliyên xwe bi hikûmeta navendî re û paşeroja xwe diyar bike. Partiya me PSK ku heta niha rêz li vîna (îrade) gelê Başûrê Kurdistanê girtiye û desketinên wan ên neteweyî wek bîbikên çavên xwe parastiye; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rusya di serî de ji welatên Rojavayî, ji dewletên herêmî û ji saziyên navneteweyî daxwaz dike ku rêz li encamên referandûma ku dê bibe îfadeya vîna gelê Başûrê Kurdistanê bigirin. PSK, bang li partî û rêxistinên Başûr dike ku nehêlin pirsgirêkên wan kur bibin û van pirsgirêkan bi riya diyalog û hevdîtinan çareserbikin û pêvajoya referadûmê bi hev re birêvebibin. PSK, piştgiriya xwe di serî de ji bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îran (PDK-Î) û partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ku di têkoşîna xwe ya li himberî Komara Îslamî ya Îranê de derbasî merhaleyeke nû bûne, diyar  dike. PSK, bombekirina cih û waran ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ku li himberî berxwedana pêşmergeyan têk çûye, protesto dike; 6 pêşmergeyên HDKÎ ku di şerên dawî de şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tîne, sersaxiya xwe pêşkêşî HDKÎ û malbatên şehîdan dike. Rojavayê Kurdistanê, di pêvajoya ji nûve dîzaynkirina herêmê de her ku diçe dibe xwedî roleke girîng. PSK, piştgiriya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Rojavayê Kurdistanê dike, bang li PYDê dike ku dev ji polîtîkayên xwe yên xweferzkirinê, dehfandin û tunehesabkirina rêxistinên kurd ên dinê berde û hevkariyê bi saziyên welatparêz ên Kurdistanî re bike. PSK, piştgiriya têkoşîna PYDê ya li himberî DAIŞ û hêzên dine dike, helwesta zorker a PYDê ya li himberî rêxistinên din ên kurd û astengkirina çalakiyên wan protesto dike û bang li PYDê dike ku dev ji ev cure kiryaran berde. Helwesta YPGê ya ku bi hêzên çekdar ên Ereb, Suryanî û kêmneteweyên din re hevkariyê dike lê rê nade hêzên pêşmerge yên li Kurdistanê ku perwerdekirî ne derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û vê yekê wek sedemê şerê navxweyî dibîne, nayê qebûlkirin. PSK, bang li YPGê dike ku dev ji helwesta xwe ya hevkariya bi hemû komên çekdar ên ji derveyî kurdan berde û bi “Pêşmergeyên Rojava” re hevkariyê bike. Pirsgirêka kurd ku yek sedemên sereke yên neçareserkirina pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê ye, li benda çareseriyeke bi bingeha wekheviyê û aştiyê ye. Hikûmeta AKPê, di şûna gavên demokratîk biavêje ku dikare welat ji bin pêla tundiyê xilas bike; yasayên ku dê aloziyê kûrtir bike derdixe û bi vê helwestê tevdigere. Azadiyê û mafên demokratîk sînordar dike, li himber kesên ku dixwazin mafên xwe biparêzin û çalakiyan li dar dixin da ku daxwazên xwe bînin ser ziman, tundiyê bi kar tîne. Rênedana meşa endamên LGBTê û êrîşkirina kesên ku beşdarî meşe bûbûn, mînaka dawî ya vê yekê ye. Hikûmeta AKPê, di bin navê têkoşîna li himber “dabeşkarî”, “saziya paralel” “rêxistina terorê ya FETO”yê de; dezgehên darazî, perwerdehî û yên fermî yên din, bi hincetên cuda ji kesên ku wekî wan nafikirin paqij dikin. Derdorên ku di serî de ji vegotinên Serokkomar û rayedarên din ên hikûmetê cesaretê distînin, kampanyayên lînçê li himberî kesên ku wekî wan nînin û nafikirin dimeşînin. Hikûmeta AKPê, bi hinceta “şerê xendekan” bi wêran û kavilkirina Sûrê, Nisêbînê, Cizîrê, Silopyayê, Şirnex û Geverê qayîl nabe, vegotina xwe ya ku “heta yek ji terorîstan bimîne şerê bidome” didomîne. Hêzên ewlekariyê ku di şer û pevçûnan de sûçên li dij mirovahiyê kirine distîne bin parastinê, yasayên ku darizandina wan dijwar dike, derdixe. Hikûmeta AKPê, bi hinceta “nelirêtî”yê dixwaze Serokên Şaredariyên li Kurdistanê ku bi raya gel hatine hilbijartin û nîşaneyên îradeya wan e ji kar bistîne, kayûman li şaredariyan wezîfedar bike. Lê tê zanîn ku ev kirinên hanê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi zêdekirina tundiyê ne pêkan e. Partiya Sosyalîst a Kurdistan – PSK, bang li hikûmeta AKPê dike ku dev ji kirin û polîtîkayên xwe yên ku tundiyê û aloziyê kûrtir dike berde, di şûna vê yekê de gavên ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên diyalog û aştiyane hêsantir dike, bavêje. PSK, çalakiyên rêxistinên PKKê ku dibin sedema mirina mirovên sivîl protesto dike, careke dine bang li PKK-KCKê dike ku dev ji “şerê xendekan” ku bû sedemê wêrankirina Sûrê, Nisêbînê, Cizîrê, Silopyayê, Şirnex û Geverê ber de, ji bo ku rê li ber siyaseta legal û demokratîk vebibe, agirbestê rabigihîne û dev ji serîlêdana tundiyê ya ji bo maf bidestxistinê berde. PSK, girîngiyeke mezin dide xebatên hevkariya partiyên siyasî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê, daxwaz dike ku ev hevkarî, bi beşdariya aliyên li derveyî vê hevkariyê bigihîje qonaxeke mayînde. PSK, ji bo ku pirsgirêka kurd li ser bingeheke wekhev û aştiyane çareser bibe û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bang li hêzên welatparêz û aliyên ku alîgirê demokrasî û guherîna ne dike da ku mil bidin hev.20 Hezîran 2016 Partiya Sosyalîst a Kurdistan – PSKMeclîsa Partiyê 

Back to top button