CivakNivîsarPolîtîk

Ji bo fantaziyên çepên Tirk Kurdistanê wêran dikin

Li bakurê Kurdistanê israrkirna şerê bê wate tenê Kurdistanê wêran dike û Kurdistaniya ji cih û warên wan dertêxe. Rewşa jiyanê dike dojgehek ji bo xelkê.Ji aliyek din  dewlet vî şerî dike hêcet û tu sinora nasnake. Nijadperestiya di nava Tirka de roj bi roj geştir dibe. Heta li bajarên Tirka gelek kes êrîşê insana dikin ji bo tenê kurd e. Partiya Tirkiye partiya biratiya gela ji xwerê kirî şîarek sexte çi dike.  Heta ev neyê lêpirsîn li Bakur kurd rêya xwe di siyasetê de nabînin.Parlementerên HDPê ketine derdê darizandina xwe. Herin dadgehê yan neçin. Ji dev van şovên siyasî berdin. Yan Kurdistanî bin yan jî bes bibin sedemê wêrankirina Kurdistanê.Siyaseta we ya çewt tenê hişt ku kurd xwe nêzikî hîmaya dewletê bikin. We kurd hewceyê dewletê kir.HDPê û çalakiyên PKKê bûyê tetmînkirina fantaziyên hinek gurubên çepên marjinalê Kemalistên tirk. We kurdistan kir qurbana  çar çepên tirk.Di serî de Selahatin Demirtaş û hemû parlementerên  ku xwe kurd dibînin di nava HDPê de, hun dikarin tiştekî bikin Kurd bin. Kurdiyatiyê bikin da ku pişgiriya we ji kurda hebe. Lê hun nikarin kurd bin.We demokrasiya Tirkiye ji xwere kir şîar . Mirov di siyasetê de kêrî miletê xwe neye, nebê bersiva daxwaziyên netewî yê gelê xwe, tenê dikeve di xizmeta daxwaziyên miletik din de.Demokrasiyê binê welatek din? Hunê Tirkiye bikin welatek demokrat? Mirov hingê tenê dikeve xizmeta daxwaziyên grubên miletin din de û miletê xwe dike qurbanî.Operasyonên dewlet dike bi hezaran ciwanên kurd bûn qurbanî, jiyana xwe ji dest da. Başe kesek napirse bedelê xwîna van ciwana çîye? Eger bedelê xwînê ne daxwaziyên netewîbe, ne serxwebûna welat be, çîye?Heta Demirtaş nikaribe bersiva van pirsa bide bila li mala xwe rûne. Darizandina we di dadgehên dewletê de ne pirsa kurd ve girêdayiye.Nûçe/analîz Rojevakurd  

Back to top button