Navenda Aşitî û Ewlekariya Mirovahiyê ya Zanîngeha Amerîkayê li Duhokê di derbarê serxwebûna Kurdistanê de lêpirsînek çêkir. Nawendê encama vê lêpirsînê bi daxûyaniyekî ji Raya Giştî re eşkere kir. 4.200 kes beşdarî lêpirsînê bûne. Ji wan 1.526 kes ji bajarê Hewlêr, 1.422 kes ji bajarê Silêmaniyê , 1.111 kes jî ji bajarê Duhokê û 141 kes jî ji bajarê Helebçe yê ne. Encamê lêpirsînê li gora bajara: Hewlêr : Ji % 86.9 Silêmanî : Ji % 67 Duhok : Ji % 97.5 Helebçe : Ji % 82.9 Ji bo serxwebûna Kurdistanê gotine : “ Erê “Li gora lêpirsînê, ji % 83 ji beşdaran gotiye : “ Eger niha referandum ji bo serxwebûnê çêbe, ezê tevlî bibim û dengê xwe bidim.Ji % 66 beşdaran jî gotiye : “ Niha dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye.“Wek tê zanîn Rêveberiya Kurdistana Başûr , ji bo serxwebûnê ragihîne û ji Iraqê cuda bibe û bibe dewletek serbixwe, hewldide kudemek nêzik serî li dengê xelkê Kurdistanê bide û ji bo vê jî dê referandumê li darbixe.
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close