Ji Parîsê Zanîngeha Kurdî destpêkir
Vîrûsa korona guhertinek mezin di gellek beşên jiyana miovan de kiriye, û rê li ber derfet û şêwazên nû vekirîye da ku jiyan berdewam bibe, wek mînak di warê perwerdeyê de, êdî xwendina online li gellek welatan detpê kirîye û ew dibe ku paşrojek nû di warê xwendinê de li pêş mirovan veke .
Ji bo fêrbûn û perwerdeya kurdî jî, Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan ji Parîsê dest bi xebatên Zanîngeha Kurdî ya Onlinê kiriye.
Mebesta vê zanîngehê ew e, ku xwendekarên zanîngeha Rojava di vê dema awarte de ya karantînaya ji perwerdeyê bêpar nemînin, ji ber wê ew bi alîkarî û rêvebertiya Dr. îbrahîm Seydo destpê kiriye.
Perwerde bi li ser Internetê dibe bi alîkariya çend mamosteyên pispor. Mijarên perwerdê li ser ziman, zimannasî û wêjeya Kurdî ne. Ew ji 8’ê Nîsana 2020’an destpê kiriye.
Hin navên mamoste û pisporên beşdarî vê Zanîngehê bûne ev in:
“Zimannasî û Ferhenga Kurdî” Michael Chyet (Washington)
“Wêjeya Klasîk” Michiel Leezenberg (Amsterdam)
“Mîtolojî û felsefe” Michiel Leezenberg
“Zimannasî û Fonetîka Kurdî” Abdilwehab Xalid Mûsa (Dihok)
“Etnopsîkolojî û trawma” Jan Îlhan Kizilhan (Stuttgart)
“Medya û Civak” Janroj Yilmaz Keleş (London)
“Sosyolinguistîk an zimannasî û civaknasî” Cafer Şeyxulislam (Toronto)
“Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21)” Dawid Yeşilmen (Essen)
“Wêjeya Kurdî (heta sala 2000)” Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs)
“Zaravayên kurdî, Zazakî û Kurmancî” Hacer Petekkaya (Qamişlo)
“Sosyolojî, Antropolojî û Wêje” Serdar Ay, Adnan Çelik (Paris)
“Wêje û Wêjeya Kurdî” Joanna Bochenska (Krakov)
“Metodolojî û lêkolînên zanistî” Îbrahîm Seydo Aydogan
“Zimannasiya Kurdî” Îbrahîm Seydo Aydogan
Prof. Al. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan di sala 1976 li Qoserê ji dayik bûye.
Ji sala 2007’an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye.
Wê gellek berhem wegeranine Kurdî, û li televizyon û medya kurdî jî xebtî ye.
Her wiha jî ew romannivîs û helbestvan e jî û bi xwe lêkolên zanistî li ser zimanê kurdî dike û çend pirtûk û lêkolîn di vî warî de belav kiriye.
Ev jî hin ji berhemên wî ne:
Pirtûka Orhan Pamuk ya bi navê Romannivîsê Pak û Dilovan (Saf ve Dusunceli Romanci) jî wergerandiye kurdî.
Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013’an hate çapkirin.
1999 Reş û Spî, roman, Weşanên Doz, Stenbol.
2003 Leyla Fîgaro, roman, Weşanên Mîr, Stenbol.
2005 Hezkiriya Xwedê, çîrok, Weşanên Belkî, Amed.
2013 Guman 1: Zimanê Kurdî, lêkolîn, Weşanên Lîs, Amed.
2014 Guman 2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî, Weşanên Rûpel, Stenbol