Serokê Hevpeymaniya Şîn û Spî ya Îsraîlê ragihand ku biryare li gel Netanyahu li Hikumetê rewşa neasayî bê pêkanîn heta ku posta Wezîrê Berevaniyê werdigre.

Benny Gantz jî ragihand: Li gel Benyamîn Netanyahu li ser pêkanîna Hikumeta rewşa neasayî rêkeftine ku li 18ê mehê destpêka hikumetê ye ez jî posta Wezîrê Berevaniyê werdigrim. Li wê demê de Netanyahu wekî Serok Wezîrê Îsraîlê wê postê pir dikim.

Gantz bersîva wan rexneyên ku pêşkêşî wî hatine kirin yên ji bo rêkeftina wî ya li gel Netanyahu got: Ewê ku min han da îmza li ser peymana pêkanîna Hikumetê bikim, li ber çav girtina berjewendiya giştî ya Îsraîle bi taybetî li vê dema ku virusa Korona belavbuye.

Her wiha got: “Îsraîl rûbirûyê mezintirîn qeyrana tendirustî, civakî û aborî buye ku hev deme li gel mezintirîn qeyrana siyasî. Ji bo wê yekê me bi mebesta parastina Îsraîl û sîstema demokrasiyê û rûbirûbûna Korona, me biryar da li gel Benyamîn Netanyahu hikumetekî rewşa neasayî ya yekgirtî pêkbînîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: