Ji nav 20 hezar mamosteyan wê tenê 10 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin
Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê, wê 6 mamosteyên Kurdî (Kurmancî) û 4 mamoste jî ji beşê Ziman û Zaravayên Zindî (Zazakî) bên wezîfedarkirin.
Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkiyê Yusuf Tekin ragihand ku wê 20 hezar mamosteyên nû bên tayînkirin.
Mamoste wê di serî de Hînkirina Dersê, Hîndariya Perwerdehiya Taybet, Rêbertî, Îngilîzî, Çanda Dînî û Zanînên Exlaqî di 5 şaxan de bên tayînkirin.
Wê 10 mamoste bên tayînkirin
Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Netewî, îsal ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî kotaya mamosteyan hatiye veqetandin.
Li gor vê yekê, ji bo şaxa Ziman û Zaravayê Zindî (Kurmancî) 6 mamoste, ji bo şaxa Ziman û Zaravayên Zindî (Zazakî) jî wê 4 mamoste bên tayînkirin.
Li Tirkiyê zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî de ne.
Di salên berê de tayînên Kurmancî û Zazakî jî kêm bûn. Di vê mijarê de Wezareta Perwerdehiya Netewî rastî rexneyên cuda tê.