Nivîsar

Ji Lozan`a 2. re na!

Bi salan e ku ji alî rayedarên dewleta tirk û medyaya tirk ku xwe wek sazî û karmendên dewleta tirk dibînin, mafê neteweya Kurd tê mandelkirin.

Berê digotin: “Nîjadek bi navê Kurd li ser rûyê dunyê tuneye.” Piştî tekoşîna bi dehsalan ya tevgera Kurd û avabûna Dewleta Federal ya (li Başûrê) Kurdistan û zextên navneteweyî, zorgayî qebûlkirina hebûna gelê Kurd bûn.

Vê carê jî dibên: “Ka Kurd çi dixwazin?” Pê re serî li hîlekarîya Lozan`ê didin û dibêjin: “Em û Kurd birayê hev yên musluman in, tu cudahîya me nîne! Çi dibe bila bibe, em destûr nadin raman û tevgerên ku yek ala, yek welat, yek ziman, yek dewlet bêt xerakirin!” Bi vê helwesta mêtinkarî, ji serî de pêşîya daxwazên Kurdan digirin û ji daxwazên wan re sînor datînin.

PKK, BDP, DTK jî, piştî ewqas tekoşîn, îşkence, zîndankirin û şehîd, pişta xwe didin van rûmetan û dibêjin: “Guhertinina Makezagonê, serbestîya perwerdeya ziman, xurtkirina îdareyên herêmî, rakirina benda hilbijartinê, lêborîna giştî, azadkirina Ocalan û reformên demokratîk em çareserî dibînin!”

S. Demirtaş li ser navê Kurdan dibê ku; “Dewletek pêşkêşî Kurdan bêt kirin jî wê Kurd vêya nexwazin!” BDP di çerçova van daxwazan de beşdarî hilbijartinan dibin.

Ji alî din ve KADEP, HAK-PAR, TDŞK, PSK, PDK-Bakur, di çerçova van daxwazan de vekirî piştgirî dide BDP. Qaşo van rêxistinan heta niha hinekan serxwebûn û yên din jî federasyon daxwaz dikirin.

Van partî û rêxistinan heta niha `PKK, A. Ocalan û rêxistinên bi fermana wan avabûne û tevdigere, di bin kontrola dewletên mêtinkar, dijî demokrasî û dijî berjewendîyên neteweya Kurd` bi navdikirin.

Him di warê prensîpên neteweyî yên stratejîk û him jî di warê helwestên sîyasî de, beşek ji kesayetî û partîyên Kurd li ser zemînek şemitok çawa çerxdibin, dram û sefaleta sîyaset û tevgera Bakurê Kurdistan radixe berçavan.

Komek Kurd di pêşkêşîya malpera “Nasname`yê ya “Civata Kesên Azad” de, bi helwesta neteweyî metnek `daxwazên Kurdan bi kurtî çine` pêşkêşî îmzeya her kesên bi doza Kurd re têkildar kirin.

Armanca vê daxwîyanî û helwestê ya sereke ev e; ku ew kes û alîyên li ser navê civata Kurd bi dewleta tirk re bazaran dikin û mîna Peymana Lozan`ê, mafê gelê Kurd yên ji welat û netewetîya wî tê, dadixin asta mafê kesayetî, `ji alî me de nayê qebûlkirin` dibên.

Herkes baş dizane Kurdistan welatek e û gelê Kurd jî bi hezar salan li ser vî warî dijî. Mêtinkaran wek gelek dagîrkerên barbar hatine welatê me dagîrkirine.

Bêyî daxwaza gelê Kurd û bi darê zorê, welatê Kurdan ji alî hêzên emperyal yên navnetewî ve hatîye parçekirin.

Dagîrkerên herêmê, bi hevkarîya hêzên emperyal, kurdistan di warê aborî, sîyasî, çandî û huqûqî de xistine bin nîrê rejimên xwe yên mêtinkar.

Îro li dunyayê û di zagonên navnetewî de, mafê welatekî û neteweyekê çi be, mafê gelê Kurd jî wek yê wan e. Çawa mafê hemû gelên dunyê heye ku biryara çarenûsa xwe bide, mafê gelê Kurd jî heye li ser çarenûsa xwe biryar bide. Ev maf ji alî tu kes, rêxistin yan dewletê ve nayê dewirkirin.

Partî û rêxistinên ku me li jor navê wan jimartin, karin doza mafê Kurd yê qismî, demî yan giştî bikin. Kesek ne li hember hevkarî û yekîya van hêzan e. Ji bo mafên cûrbicûr tekoşîna cûrbicûr jî pêwîst e.

Dewleta mêtinkar, çi mafan qebûl bike, divê meriv nebê na û ji wan fêde wergire.

Lê tu kes û partî nikare li ser mafê gelê Kurd yên ji welat û netewîtîya wî tê teseruf û bazarê bike û bêjin; “Hûn dewletê bidin jî em naxwazin! Em bi yek ala, yek welat û yek dewletê razîne!” Divê di rewşek azad de, ku statuyek çawa dixwaze, ji gelê Kurd bêt pirsîn.

Çareserîya pirsgirêka Kurd bi çi şêweyî be, divê sînorên bi darê zorê û qetlîaman li nava gelê Kurd ketîye û welatê wî Kurdistan parçekirîye rabin. Di vê demajoyê de dewletbûna Kurdan ji ya herkesî bêtir pêwîst e.

Ew kesên behsa biratîya gelan dikin, divê li hemberî hemû sînoran bin. Yên li hemberî dewletan e, divê li hemberî hemû dewletan bin. Yên di vê rewşê de li hemberî dewletbûna gelê Kurd be, tenê ji bo ku ji mêtinkaran ditirsin an xwe li ber wan ditewînin.

Tiştê balkêş, komek ciwanên Kurd li naveroka vê metnê xwedî derketine û ketine nava çalakîya îmzekirina vê metnê.

Van ciwanê Kurd, bi hestên neteweyî, ala Kurdistan birin ji civatnas, şoreşgerê cîhanî û fedekarê doza Kurd Îsmaîl Beşîkçî re. Wê gavê meriv baş têdigehîje bê ev ciwan bi zanînek çawa delal tevdigerin. Yanî ji rûmeta mirovên ku rûmeta wan dizane fêmdikin…

Ya herî girîng xwedîlêderketina ciwanên Kurd ya mafê gelê Kurd yê çarenûsî ye. Ji bo vê daxwazê îmzeya her mirovekî girîng e.

Divê gelê Kurd li ala û sirûda xwe ya neteweyî xwedî derê. Divê li armanc û daxwaza hemû şehîdên xwe xwedî derên.

Divê Kurd bi îmze û durişmên neteweyî herin devê derîyê peymangeha Lozan`ê û hevkarên peymana Lozan`ê ya ku mafê gelê Kurd binpê kirîye şermezar û riswa bikin…

 Xidir Ûso

(Netwe)

Back to top button