Barzanî dema xwendekar bûye hezkiriye bibe firokevan
Îro çarşemiyê 08.06.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li destpêşxeriyeke bê wêne da li gel 150 xwendekarên jêhatî û serkeftî yên parêzgehên Kerkûk, Hewlêr, Dihok, Silêmanî û îdareya Germiyan civiya.
Serok Barzanî di gotara xwe de bi xêrhatina şagirdan kir û got ku ew îro gelek dilxweşe bi hevdîtina van cîgergoşan û kêm roj heye wekî îro dilxweş bûbe û got: ”Birastî mirov hêvîbexş dibê ku çavêmirovî bi çavê geşê van zarokan dikeve.”
Serok Barzanî got:
– Ez spasî mamostayên birêz dikim û her wiha spasî wezîrê perwerde dikim ku xwediyê vê insiyatîv û fikrê bûn. Mamosta piştî raperînê roleke ber bi çav dîtin bo ku sîstema xwendinê li Kurdistanê raneweste. Wê demê ne meaş hebû û ne tiştê din. Lê belê bi hunera wan mamostayan xwendin li Kurdistanê ranewesta ji bo wê yekê pir bi dil spasiya wan dikim û ew rola wan herdem nayê ji bîr kirin. Niha jî spas ji bo xweda rewşa Kurdistanê baştire û dema wê yekê hatiye ku xwendingehên rêkûpêk ji bo xwendekarên Kurdistanê bêne dirûst kirin û sîstema xwendinê berev pêş biçe.
Serok Barzanî piştî vê axaftinê, daxwaz ji şagirdên ezîz kir ku yên her pirsiyarekî hebe dikare pêşkêş bike û ji bo vê mebestê jî hejmarek ji xwendekarên amadevan çend pirsiyarekî pêşkêş kirin û piesiyar kirin ka jiyana şagiediyê ya serok çewa bû? Çewa bû pêşmerge? Dema serok şagird bû dixwest bibe çi? Û ew bûyerên bi serê serok hatin eku bşne desmê dilxweşî û nexweşiya wî?
Di bersiva pirsiyarek da ku wê dema xwendekar bûye hez dikir bibe çi? Serok Barzanî got ku wê dema ku ew xwendekar bûye hez kiriye bibe firokevan(pîlot) lê belê bi sedema destpêkirina şoreşa Îlonê, dev ji xwendinê berda û êdî hez kiriye bibêe pêşmerge û ew hezkirina wî jî bicî hat.
Li dor pirsa bûye serokê herêma Kurdistanê jî, serok Barzanî got: Ez serokayetiyê bi xizmet dizanim, lê belê pêşmergayetî li cem min gelek mezintire.
Di derbarê demên xweş û nexweşiyan jî serok Barzanî di bersivê de got ku demên wî yên nexweş ew dem bû dema hevalekê wî şehîd dibû û demên xweş jî ew dem bû dema pêşmerge di eniya şer de serkeftin bidest dianî.
Li ser xweşwîstî û hezkirina wî bo zarokên xwe jî serok Barzanî got ku li ruyê xweşwîstiyê ve her hemû wekî hev in, lê belê ewên biçûk zêdetir û got ku niha çend neviyên wî hene û her hemû li cem wî xweşewîstin.
Li dawiya hevdîtinê de, mamosta û şagirdan serî li ofîsa serok û lokalên civînan cîyên karkirina serok da.
Di dema xatir xwestinê de jî diyariya serok Barzanî û nivîseke rêzgirtinê li ser wan hemû xwendekarên jêhatî û serkeftî hate dabeşkirin.