Polîtîk

Ji London û Bostonê mêvanê Demirbaş hebûn

 Henry Parsekian berdevkê weqfa Hirant Dînk ji Bostona Amerîkayê, Orhan Dînk birayê rojnamevan Hirant Dînk, Haka Tomas endamê Meclisa Aştiyê yê Londrayê û rojnamevan Nurists Mastosyan hatin seredana şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş.

Mêvanan ji Demirbaş re kêfxweşiya xwe û nirxdayîna xwe ya ji karê şaredariya sûrê yê pirzimanî anîn ziman. Şaredar Abdullah Demirbaş jî ji mêvanên xwe re behsa projeya kolana çandan û projeyên xwe yên pirçandî û pirzimanî kir. Demirbaş anî ziman ku ew ne tenê ji bo kurdî, ji bo hemû zimanên din ên ku di vî bajarê qedîm de rojekê ji rojan li kêleka hev jiyane xebatên xwe dikin.

Ew dixwazin ne tenê ji bo zimanî kurdî xizmetê bikin,lê ew dixwazin zimanê ermenî, suryanî û yên din jî li vî bajarî bidin jiyandin. Her wiha hin xebatên şaredariyê ên wekî danasîna diyarbekir bi zimanê ermenî û pirtûka çîrokên ermenî diyarî mêvanên xwe kir.

Riza Seçkin/Amed

EuroKurd News

Back to top button