Cîhan
Sûrî: 120 leşker û 38 hevwelatî hatin kuştin
Li Sûrî çikas diçe rewş aloz tir dibe. Li gora ajansa Reutersê ragihandî, li devera bajarokê Cisir El Şixurê di cihekî de 40 leşkerên Sûrî yên hêzên taybet hatin kuştin. Li gora agahdariyan şerek gelek dijwar di nav leşker û xwepêşanderên di vê deverê de berdewam dike. Heta niha tenê li devera Cisr El Şixur 120 leşker û polisên gêrêdayê hêzên taybet hatine kuştin. Herweha xwepêşandanên roja Înê heta niha jî 38 kesên sivîl hatine kuştin.
Televizyona fermî ya Sûrî jî şerê li devera Cisir El Şixur piştrast dike û dibêje ku şerek dijwar di nav xwepêşanderan û leşkeran de heye.