Polîtîk
Ji Iraqê daxwaza Herêmeke nû tê kirin

Udey Ewad Nûnerê Basra ya li Civata Nûnerên Iraqê di daxuyaniyek da ragihand wê roja çarşemê Civata Wezîrên Iraqê bi Serokayetiya Mistefa Kazimî civîna xwe ya asayî li Basrayê encam dide.
Ewad balkişand li ser wê yekê ku li wê civînê de wê danustandin li ser pirsên peywendîdarên Basra bê kirin û wê hejmareke daxwaziyên xelkê Basra jî bêxîn pêşiya Civata Wezîran, pirsa bi Herêmkirina Basra yek ji wan daxwaziyane li pêşiya Civata Wezîran.
Piştî nemana rejîma Sedam ya li sala 2003 nebûna xizmetguzariyan li wî bajarî xelkê bajar daxwaza Herêmkirina vê parêzgehê dikin.