Polîtîk

Ji HEDEPê veqetiyan tevlî AKPê bûn!

Li Rihayê du endamên meclisa şeredariyê yên ji HEDEPê ji partiya xwe îstifa kirin û tevlî AKPê bûn. Ji bo wan rewresmek di avahiya AKPÊ ya Rihayê de hat eli darxistin û sembolên AKPê singa wan ve hate danîn. Parlementerê AKPê yê Rihayê û cogirê serokê Parlementoya Tirkiye Bekir Bozdag û parlementerû AKPê yê Rihayê Mehmet Alî Cewherî amade bûn.

Şaredarê berê yê Yaylakê û Endamê Meclisa HEDEPê ya Bozovayê Îbrahîm Acîoglu û Endamê Meclisa HEDEPê Ahmet Pişkinê ku ji endamtiya meclîsa partiyê îstifa kiribû, tevlî AKPê bûn.

Bozdag îdia kir ku ji bo AKP ji desthilatdariyê bê derxistin heta niha gelek tifaq û hevkarî hatine avakirin û wiha got: “Sira serkeftina mezin ew e ku bi millet re mil bi mil bimeşin. Dê di hilbijartinên 31ê Adarê de AK Partî hebe ku guh bide dengê milet. Rihayê jî heman tişt wê bibe. Em ê bi hevwelatiyên xwe yên Rihayê dîsa bi ser bikevin. Deriyê AK Partiyê ji her kesî re vekirî ye.

Back to top button