Polîtîk

Ji Gun TV-ê re cezayê "dijmineyatî û rikê" hate birîn

Televizyona ku li Amedê weşanê dike Gun Tv.yê, ji RTUKê (Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê) cezayê peran xwar. Bi hinceta, Gun Tv., di navbera gelên Kurd û Tirk de, dijmantiyê û rikê peyda dike û gel teşwîka “terorê” dike, 11 hezar lîre cezayê pera birî. 

Di civîna RTUKê a ku li Enqerê di derbarê Gun Tv.yê de hate kirin de, li ser bultenên nûçeyan sekiniye.  Hat diyarkirin  ku, di nûçeyên xwe de Gun Tv., ji bo Abdullah Ocalan, “rêberê PKKê”,  ji bo meclîsê,  “meclîsa Tirkiyê”,  ji bo hêzên ewlekariyê jî “polîsên girêdayî AKPê” bikaraniye. Dîsa tê diyarkirin ku, di encama civîna RTUKê de, ev qinyata ji wan peyda bûye; di cenazeyê gerîlayekî PKKê de, televizyonê bi îfadeyên ku bikaranîne,  xewtiye ku gel rake serhildanê.  Di weşanên xwe de jî hewl dide ku, li dijî Komara Tirkiyê, rik û nefreta gel bilind bike.

Ji ber ev hincetên RTUKê, Gun Tv.yê 11 hezar lire ceza xwar. Dîsa ji bo rojekê, biryara rawestandina nûçeyan jî hatiye girtin.          

 

Back to top button