Vîdeo

Ji Etiyopyayê bo Kurdistanê (Video)

Mehlêt navê wê keça etiyopyayî ye ya ku berî çend saleke ji Etiyopyayê ji bo peydakirina karî hetiye Kurdistanê û nuha dest bi gotina stranan bi kurdî kiriye. Vê keça esyopiyayî li nav mala Helkewt Zahîr kar dikir û paşî dest bi hunera stran gotinê kir. Helkewt Zahîr yek ji awazdarên naskiriye.

Keça esyopiyayî van roja yekem strana xwe ya bi navê  (Ji Etiyopyayê bo Kurdistanê) kir videkilîp û li Hewlêr TV hat weşamdin.

Li dor vê stranê Helkewt Zlahîr ji Kurdmelodiyayê re got:
– Ev kare kerekî mirovaneye, ji ber ku huner ziman, reng û ol nas nake. Bi rêya vê Stranê em nîşan didin ku li Kurdistanê rêz û hurmet ji penaberan re tê girtin û weke her mirovekê asayî ew jî dikarin her îmkan û karekî hunerî hebe bi serbestî derbixin.
Zahîr got jî ku ew videokilîp ji aliyê Hewlêr Produktion hatiye amade kirin û berhema Hewlêr TVê ye û li Kurdmelodî jî hatiye weûandin.

 

Back to top button