Polîtîk

Ji Eşîretên Kurdan bawer nekin

Berî kudeta û derbeya leşkeriya 12 Îlonê ji aliyê Serok Erkaniya Dewleta Tirkiyê ve raporek bi navê Rapora Kurd hatibû amadekirin û di vê raporê de gelek eşîretên Kurd bi cihê baweriyê û ne yê baweriyê ne hatibûn dabeşkirin.

Li nava vê rapora ku berî 3 meh ji derbeya leşkeriya 12 Îlonê pêkbê hatiye amadekirin, li beşa rapora tehdîdên navxweyî de ji bo Kurdan, nasnameya Tirkên asîmîle bûyî hatiye bi navkirin. Her wiha zêdetirê eşîretên Kurdan bi raperînkar û ne cihê baweriyê de hatine binavkirin.

Li vê raporê de zanyarî li ser hemû eşîretên Kurdan û hejmara wan û cihên ku lê nîştecihbûne bi awayeke berfireh hatiye destnîşankirin. Her wiha rapor behsa hemû çalakiyên siyasiyên rêxistinên Kurdan yên li piştî dewleta Osmaniyan wekî (Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-Tirkiye), Şivancî, Rêya Azadiyê, Kawa, Ala Rizgarî, Rizgarîxwazên Netewiyên Kurdistanê (KUK), Artêşa Rizgarîxwaza Gelê Kurd (KHKO), Artêşa Rizgarîxwaza Netewî (UKO), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de zanyariyên berfireh hatiye komkirin.

Back to top button