Barzanî ji PYD re got: Hevdû qebul bikin
Îro sêşem 09.07.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi cûda cûda pêşwaziya şandekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û şandekî Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî) kir.
Li hevdîtinê de behsa pêvajoya siyasiya Rojavaya Kurdistanê û qeyrana niha ya Sûriye kirin û şanda mîhvan nêrînên xwe yên di derbarê pêwendiya di navbera partiyên Kurdiyên Sûriye û ew girift û kêşeyên li navbera aliyê siyasiyên Rojavayê Kurdistanê da heye bi Serok Barzanî ragihand.
Li beranber de Serok Barzanî pêvajoya niha ya Sûriye wekî derfetekî gelek girîng zanî bo ku gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê da mafên xwe yên zeftkirî mîsoger bike. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku li gel hebûna cûdahiya bîr û ramana li navbera aliyê Kurdiyên Sûriye pêwîste hemû aliyek pêkve li ser xalên hevbeş û prensîp û stratejiyekî diyarîkirî rêk bikevin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku ji bo wê yekê destkeftên Kurd li rojava ji kîs neçê pêwîste hemû aliyek hebûna hevdû qebul bikin û eger aliyan bawerî bi prensîpên serekiyan hebê, dikarin li ser naveroka wan jî bigihin peymanek.
Her wiha Serok Barzanî li Selahedîn li gel şandekî Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî) civiya.
Li vê civînê de pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî yê Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser pêwîstiya pêşxistina doza rewaya gelê Kurd li Sûriye kirin.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser wê yekê ku pêwîste aliyê siyasiyê Kurdiyên Rojavaya Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin û bibin xwediyê stratejî û gotarekî hevbeş û rûn, bo ku gelê Kurd bikarê hem daxwazên rewayên xwe ser bixe û hem jî rûbirûyê wan êrîş û metirsiyan bibê ku li rewşa pir qeyrana Sûriyê de tê holê. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê hemû aliyek hewl bidin rêz li hebûn û îradeya hevdû bigrin û kar jî ji bo armancekî hevbeş bikin.