Ji çîrokên pir kurt û dirêj
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû cîhanek, xweza û seqa û avûbayê wê pir xweş bûn, jiyan li ser zemîna wê bi hemû wateyên xwe bi nirx bû.
Ew cîhana bedew beşekî biçûk bû ji stêrkên vê gerdona me ya mezin.
Oldar dibêjin:”Ti cîhan ji bilî ya em li ser dijîn di gerdonê de tuneye.”
Lê zanyarên çerxê dibêjin:”Pir cîhanên din mîna ya em li ser dijîn di gerdonê de hene, mirovên li wir dibe ji mirovên li vê cîhana me zana û jîrtir bin, dibe jî rojek were ew bi çekên kesnedî êrîşî vê cîhana me bikin û me qir bikin.”
Çawa ev salix û nerîna zanyarên çerxê di rêka Facebookê û Twitter û WhatsAppê re dighêje Qamişloka paytext, bala xortekî Kurd dikşîne, ew xort bilez radibe û radihêje pênûs û du pelikan û dest bi nivîsandina name û birûskekê dike- û weha ji berpirsên wê stêrkê re dibêje:”Hêja XXXL serûkê stêrka bira, hêja ZZZL supahsalarê stêrka pir nêzîkî me, ez xortekî Kurd im ji Kurdistana başûrê rojava me, ez dixwazin ji we hêjayan re bibêjim, ku hûn ti xema nexwin, ne hewceyê hûn xwe biwestînin û ji wê dûrê ve werin û êrîşî vê cîhana me bikin, mirovên li vê derê “xwe bi xwe şerê hev dikin” Hemû ol û oldar şer û dijminatiya hevdu dikin, sermayedar û belengaz hevdû dikujin, dewlet hemû şerên hev dikin, zarok û kal û xweza bi çekên kîmawî têtin kuştin û qirkirin, bi tanq û top û balafirên cengî gund û bajar wêran dibin, hoz û êl û malbat xwe bi xwe dijminatî û şerên hev dikin, di hemû malan de bira û bira; xuşk û xuşk şerê hevdu dikin û hevdu dikujin, du hevsî li ser zarokan hevdu dikujin, du hevalên hev li ser du firingan hevdu dikijin, yek ji bo çokolatekê bixwe û çixareyekê bikşîne, xwediyê firoşgehê dikuje, yekî dîn û serserî ji bo mirîşkan bidize û zeytûn û zeyta zeytûna û sêv û hinaran bixwe û ava şîrîn vexwe, kelepûrê Kevin wêran dike û miletekî dikuje, her roj dîwar di nav miletan de têtin avakirin, ji devêla avakirina dibistan û zanîngehan, mêjgeh û dêr û keniştan avadikin, her roj zarok ji ber kêmbûna şîr û nan û çeqilmast û tilîşewitî û pelûlê bi miliyonan li cîhanê dimrin, bi miliyarên dolaran li ser karxaneyên çêkirina çekên giran xerc dikin,ta niha me bi sed miliyonan ji hevdu kuştiye û hîn jî em van kiryaran dikin.
Vêca ez ji we herdu hêjayan hêvî dikim, ku ne hêjaye hûn werin cîhana me wêran bikin, ji ber ku mirovan ew bi xwîna sor xemilandi ne.”
Ligel silavên germ ji Qamişloka paytext
Xortekî Kurd
Piştî xortê Kurd name û birûskê bi dawî dike, radibe li ser pişta minminîkeke rengxweşik girêdide û dişîne wê stêrka nêzîkî cîhana me.
Çawa ew name piştî 21 sala dighêje serûk û supahsalarê wê stêrkê, ji rastî û hûrgiliya van agahiyan matmayî dimînin, bi xemgînî radibin reşbelekekê dinivîsînin û bi lez li ser pişta kuliyekî rengxweşik ji wî xortê Kurd re dişînin.
Ew reşbelek piştî 21 sala dighêje destê xortê Kurd, ji bextê me yê sipî bû, ku wan berpirsên hêja têde biryareke dîrokî sitandibûn, ew jî ew bû, ku nema dixwazin werin şerê vê cîhana me bikin, ji ber ku mirovên ne çê û ne qencîxwaz dijminatiya hev dikin- û bi wê stûbariya xwe ya kirêt û gemar li vê cîhana me radibin.
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.
Bawerê Omerî
13.03.2019 z – 2631 k