
Parlementerê CHPê yê Erdexanê Ozturk Yilmaz ji partiyê hate avêtin.
Piştî biryara avêtina Ozturk ji partiyê, Ozturk konferansek rojnemevanî li darxist û daxûyakirin ku ewê wek parlementerek serbixwe di siyasetê de berdewam be.
Ozturk Yilmaz dema DAÎŞ Musil girtî konsulusê Tirkiye yê Musilê bû. Yilmaz û gelek karmenden konsulxaneya Tirkiye ya Musil demek dirêj ji aliyê DAÎŞê ve dîl hatin girtin. Piştî ku ew teslîmê Tirkiye kirin, Yilmaz siyasetê ve mijûl bû. Di cih de kete dijê AKPê û berê xwe da nava CHPê. CHPê ew kir parlementer û heta radeya cigirê serokê giştî yê vê partiyê bilind bû. Kesayetek gelek nezîkî serokê CHPê bû. Siyaseta CHPê di derbarê Kurdistana Başûr de ew wek referans bû. Gelek beyanên wî li dijê PDKê didan.
Kesayetek nijadperest û Kemalît bû. Di siyaseta ku dike ji MHPê û Bahçelî tuj tir û di nava tevgerek nijadperestek bi zanebûnde bû.
Yilmaz vê dawiyê daxwaz kir ku, divê banga mêjê bi zimanê Tirkî bê xwedin û ji dev zimanê erebî berdin. Ji xwe ji bo heman sedemê ji partiyê hate ixrac kirin.