Polîtîk

Armanca PKKê ewe ku tenê ziyanê bighînin Şingalê

Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto dibêje, PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike û pêwîst e rê li pêşiya wan bê girtin. Berpirsê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer jî dibêje, hebûna PKKê li Şingalê armanc jê tenê ew e ku ziyanê bighînin berjewendiyên gelê Kurdistanê û Êzidiyan.

Berpirsê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, gelek xelkê Şingalê vegeriyan ser mal û halê xwe, lê piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê û dagîrkirina Şingalê, dîsa xelkê Şingalê koçber bûn, ji ber ku PKK û Heşda Şeibî li wir rewş pir xerab kiribûn.”

Aştî Koçer wiha got: “Hemû ew ziyan û zerera ku xelkê Şingalê dîtine, ji ber hebûna PKK ye li Şingalê, ku fermanên xwe ji Qendîlê distînin û armanca wan tenê ew e ku ziyanê bighînin berjewendiyên Kurdistanê û Êzdiyan.”

% 85 ji xelkê Şingalê û Êzdî li kampên Kurdistanê dimînin û heta niha ji tirsa revandin û girtina xortan ji aliyê PKKê ve, venagerin malên xwe. Ew Êzdiyên ku li Şingalê ne jî dixwazin koçber bibin û li kampan bicîh bibin, ji ber nebûna ewlehiyê û ji ber hebûna PKK û Heşda Şeibî.

Derbarê wê pirsê de, Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê bi ti awayekî qebûl nakin PKK bi kêfa xwe li Şingalê be û rê nede îdareya meşrû û rewa. Niha jî em li hêviya Hikûmeta Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê ne ku biryara xwe bidin, ji ber ku PKK nahêle îdareya Şingalê vegere.”

Seydo Çeto wiha got: “PKK dixwaze xelkê Şingalê dijayetiya hev bikin û ew yek metirsîdar e û pêwîst e bên rawestandin. Jibilî wê jî heta îdareya rewa ya Şingalê venegere Şingalê ti projeyeke xizmeta xelkê li navçeyê nayê kirin, ji ber ku ew wek parêzgeha Mûsilê bi ti awayekî kar ligel wan hêzên nerewa yên li Şingalê nakin û emê berdewam hewl bidin ku îdara rewa veger ser karê xwe.”

 

Back to top button