Ji bûyerên dawiyê diyar bû Goran bin tesîra îslamiyan e
Piştî aloziyên bajarê Zaxoyê ku di roja înîya 02.12.2011ê îslamiyan êrîşî ser dikanên meyfirştinê, cihên masajê, hotêl û cihên din yên tûrîstî kirin, minaqeşeyeke berfireh li nav rewşenbîrên başûrê Kurdistanê serî hilda.
Xala ku gelek bala rewşenbîr û rojnamevanan kêşaye helwesta Tevgera Goran ya li heber van bûyeran bû. Hema bêje hemû li ser wê niqteyê hevfikirin ku Goran ketiye bin tesîra patiyên Îslamî (Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî ku, bi hev re biloka opoziyênê pêktînin) û nekarî bi serbixwe helwesta xwe îlan bike.
Li dor vê pirsê rojnamevan Omer Hacî Înayetî ku, bi nivîs û helwestên xwe nêzîkî aliyên opoziyonê ye, di rojnameya Hawelatî de nivîsek nivîsiye û behsa helwesta Goranê dike û dinivîse:
– Li ser bûyerên Zaxo û deverên din, opozisyonê (Goran, Yekgirtu û Komel) di daxiuaniyeke mişterek de şewitandina baregayên Yekgirtuya Îslamî şermezar kir. Ne dûr ne nêzîk her sê aliyan behsa şewitandian cihên giştî (dikanên meyfiroştinê, cihên masajê, hotêl û cihên tûrûstî) ne kir. Bi tenê bi hevokekê, ji bona ku xwe jê derbas bikin, got; hemû awayên şidetê şermezar dikin. Berdefkê Goranê jî ev helwest dubare kir.
– Ew destdirêjî bi tenê bo ser berjewendiyên hijmareke mesîhî û êzidîyan nebû, ew destdirêjî bû bo ser serweriya qanûnê û mihawileyek bû bo têkdana rewşa emniya herêma Kurdistanê. Jinavbirina çanda hevduqebûlkirin û bi zorê ferizkirina aydolojiya grûpeke bo ser civakê bû.
– Ev helwesta opozisyonê şeriyetê dide şewitandina dikanên meyfiroştinê û cihên masajê û cihên din yê tûrîstî û binpêkirina mafê hevwelatiyên mesîhî û êzidîyan e ku, pêkhateke serekeya Kurdistanê ne.
– Daxuyaniya opozisyonê bi tenê behsa mexdûriya Yekgirtu dike, behsa pirsa esasî ku têkdana rewşa herêma Kurdistanê ye nake.
Ninîskar di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku ew naxwaze gazinda ji Yekgirtu û Komel bike, ji ber ku mafê wane bergiriyê ji baweriya xwe bikin:
– Lê, mixabin, çewa nûnerên tevgera Goran nekarîn bi hevokekê di daxuyaniyaê de îşaretê bi şewitandina saziyên tûrîstî, dikanên meyfiroştinê û senterên masajê bikin û wan êrîşan bi têkdan û binpêkirin aqanûnê binav bikin, pêwîste bi rêya qanûnê miamile digel vê diyardeyê bê kirin. Nûnerên Goran yên di nivîsa daxiyaniyê de beşdarbûn, li ser wan pêwîst bû ka çewa bergiriyê ji misilmanekî dikin, herwesa wezîfeya wan bû bergiriyê ji mafên mesîhî, êzodî û kakeyîyan jî bikin. Yekgirtu û Komel paşgira êslamiyan pê veye û ne karê wane berjewendiyên mesîhî, êzidî û kakeyîyan biparêz in. Lê pêwîste Goran parastian emniyeta vî welatî, azadîya bîrûbawera û serweriya qanênê bi wezîfeya xwe bizane.
Omer Hacî Înayetî dinivîse ku tevgera Goran ketiye bin tesîra partiyên îslamî û ji îslamiya zêdetri berevanî ji îslamê kiriye, weke dibêjin; ji melik meliktir e. Divê Goran xwe yek alî bike ka tevgereke Îslamî yan îlmanî ye.