Polîtîk

Ji bo sekinandina topbarankirina Îranê hewldan têne kirin

Şandeyeke komara ÎslamiyaÎranê ku ji axayê Biromend konsolosê duyem yê konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê û axayê Keremî berpirsê karûbarên siyasî yê konsolxaneyê serdana fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de ku Ebdula Akreyî berpirsê karûbarên Îranê li fermangeha têkeliyên derve amad bû, Felah Mistefa berpirsê tîkeliyên derve helwest û nerehetiya hikûmeta herêma Kurdistanê li hember topbarana deverên ser sînor ji aliyê arteşa Îranê ve gihande şandeya komara Îslamiya Îranê û got ku ew êrîşn Îranê bo ser herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya axa Îraqê ye û ji encamê wan êrîşan hevwelatiyên sivîl şehîd û birîndar ketine û hijmareke mezin ji xelkê wan gundan koçbar bûne.

Mistefa tekîd li ser tîkeliyên domdirê û dîrokiyên navbera digel komara Îslamiya Îranê kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixaze têkeliyên wê yên siyasî, aborî, bazirganî û çandî digel Komara Îslamiya Îranê pêşve bibe û ”Em daxazê ji Îranê dikin ku ew jî ji bo xweşkirina, ne ji bo alozkirina têkeliyan bixebite.”

Berpirsê têkeliyên derve ew gotinên berpirsên konsolxaneya Îranê ya li Silêmaniyê ku got bû berpirsên herêma Kurdisnî lampa kesik ji wan re pê xistiye ku topbaranê bikin red kirin û got:” Tu esas û rastî ji va gotinan re nîne, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo ku ew topbaran raweste û êdî hevwelatiyên herêma Kurdistanê nebine qurbanîyê topbaranê bi cidî di hemû waran de dixebite. Ev rewşe xizmeta berjewendiyên tu aliyan nake.”

Mistefa di axaftina xwe de behsa helwestê serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistan ku, daxaz ji hikûmeta federe ya bexdayê kiriye ku di rêya kanalên diplomasî re ji bo rawestandina topbaranê hewil bidin, kir.

Ji aliyê xwe ve axayê Biromend konsolosê duyem yê konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê tekîd li ser berdewamiya peywendiyên navbera komara Îslamiya Îranê û herêma Kurdistanê kit û got ku ew dê daxazên hikûmeta herêma Kurdistanê bigihîne mezine berpirsên Taranê.

Konsolosê duyem yê konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê ew gotinên bi navê berporsên îranî hatîne kirin ku qaşo hikûmeta herêma Kurdistanê lampa kesik ji Îranê re pê xistiye daku deverên ser sînor topbaran bike û êrîşî axa herêma Kurdistanê bike, red kirin û got kur e lêkolînî li ser rastiya van gotinan bikin û dê daxazê ji kosolosê Îranê yê li Silêmaniyê bikin ku di vî warî de ronkirinekê bide.

Back to top button