Kultur

Ji bo raya giştî

Di 29ê Berfenbara 2011’an de li gundê Roboski ku grêdayî Qileban a Şirnaxê ye, bi dehan mirovên sivîl  ji hêla firokeyên şer ên grêdayî hêzen çekdarî yên Tirkiyê ve hatine bombebarandin. Jimara sivîl Kurdên ku hatine qetilkirin ji 30î derbas bûye. Ew kesên ku di bin bombardimanê de mane jî hê tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Di derbarê vê cînayetê de ku ji aliyê dewletê ve hatiye çêkirin, ragihandinek ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê ve çêbûye û ew jî bi mebesta serveşartina bûyerê hatiye kirin. Di ragihandinê de wisa diyar kirine ku ew herêma bûyer lê qewimî ye herêmek bêmirovî ye,  lê wargehên PKK’ê hene û dever jî mînanî devera Sinat-Heftanînê nîşan dane.

Ew dewleta ku beriya 68 salan 33 Kurdên sivîl di berbanga sibehê de qetil kiribû, piştî 68 salan carek din rûyê xwe yê zalimane nîşan daye û vê neqlê jî di berşîriya êvarê de 35 Kurdên sivîl qetil kiriye.

Di vê belavokê de weke ku qala biberketina kuştina mirovên sivîl nehatiye kirin. bûye nîşaneyek ku dewleta Tirkiyê ev qetlîama hanê pesend dike.

Di derbarê bûyerê de HPG’ê jî ragihandiye ku qetlîam li devera Roborskî pêk hatiye û her wiha ewlekariya giştî ya Tirkiyê bi derewîn derxistiye û bal kişandiye ser wê xalê ku di navbera her du deveran de zêdetirî 30 kîlometreyî mesafe heye. Her wiha HPG’yê ragihandiye ku li wê devera qetlîam pêk hatiye tu yekîneyeka wan tunebûye, ew der ne ciyê wargehan e û li wê derê tu tevgera gerîllayan peyda nebûye.

Bi dehan Kurdên sivîl, gundiyên ku li pey qezençkirina nanê xwe ne bi bombeyên giran û bi rengekî zalimane hatine qetilkirin. Ev qetlîamek e ku înkarkirina wê ne mimkun e.

Tê zanîn ku artêşa Tirkiyê xwedî teknolojiyeka nû û dawîn e, xwedî wê karigeriyê ye ku dikare lêxistinên noqteyî pêk bîne û li ba van egeran binavkirina vê qetlîamê bi navê “qezayek bûye” ne di cih de ye, berevajî dide nîşandan ku ev yeka hanê bi tevger û pîlan hatiye çêkirin.

Ev qetlîam dide nîşandan ku siyaseta tunekirinê ya 80 salane ya li hember gelê Kurd hê li dar e ku delîl û îspata vê yekê jî siyaseta girtin, tepisandin û zextê ya dewleta Tirk a vê demê ye ku tê birêvebirin.

Ew çapemeniya navendî ya Tirk ku wisa tevgeriyaye û nexwestiye qetlîamê bibîne û di ser de jî xwestiye ku serê binixumîne, cardin diyar kiriye ku ew jî aliyek ê vê qetlîamê ye.
Em weke navdêrên çapemeniya Kurd vê qetlîama ku dewleta Tirkiyê li ser Kurdên sivîl daye çêkirin bi rik û nefretê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku li hember bûyerên nû bi hişyarî tevbigerin.

Roj roja hevgirtin û piştgirtinê ye. Roj ew roj e ku divê em Kurd nakokiyên di navbera xwe de deynin aliyekî û li hember vê siyaseta qirêj a dewleta Tirkiyê bi hişyarî seknek qewîm nîşan bidin.

Divê ev bê zanîn ku tu meşruîyet û derbasdariya wê desthilatdarî û dewletê tuneye ku radibe û gelên sivîl qetil dike!

Divê tu kes li hember vê wehşetê bêdeng nemîne. Bêdengmayîn xiyanet e li hember mirovayetiyê!..

Qetlîama Şirnaxê berdewama qetlîama Dêrsimê ye. Divê dewleta Tirkiyê bi gaveke lezgîn wan kesên ku ev qetlîam pîlan kirine û pêk anîne derîne pêşiya dadgehê û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze.

Avakirina komeleyek navnetewî bi sedema ku vê qetlîamê lêkolîn bike û kitekitên wê  ji bo rayagiştî derîne zelaliyê, peywireka mirovanî ye.

aktuelbakis.org
kurdistan-aktul.org
kurdistan-report.com
ufkumuz.com
lotikxane.com
netewe.com
Jiyana Kurd (rojname, Kazaxistan)
Nûbar (kovar, Kazaxistan)
Dîplomat (rojname, Azerbaycan)
nurhakdagi.net
kurtceprogram.com
bernamegeh.net
araratnews.eu – ANP
kurdistan-post.eu

 

Rojevakurd

Back to top button