Ji bo pêkanîna armancên neteweyî û niştimanî xebata me berdewam e..

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi minasebeta damezirandina 10 saliya xwe daxûyaniyek ragihand. ENKS tekeziyê li ser pabendbûna xwe bi armancên neteweyî û niştimanî û berdewamiya tekoşîna xwe ji bo bidestanîna wan dike.

ENKSê roja 26/10/2013an hat damezirandin, Sekreteriya Giştî ya ENKSê bi vê minasebetê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ENKS di qonaxeke girîng a dîroka vê herêmê de hate damezirandin ku tê de gelek tevgerên cemawerî li dijî rêjîmên dîktatorî rabûn, ev tevger ber bi Sûriyê ve çû û bû şoreşek ku dixwest rejîmê biguhere û dawî li stema ku bi dehan salan li ser gelê Sûriyê dihat kirin bîne. Li gorî pêşhatên bilez, tevgera niştimanî ya Kurdî têkoşîn û nêrînên xwe bike yek û Encûmena Niştîmanî ya Kurd wek hevbendiyeke siyasî damezirîne ku piraniya partiyên kurdî, hevrêziya ciwanan, rêxistinên jinan û çalakiyên civakî û çandî yên gelê Kurd di nav wê de cih girtin.

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje: “Encûmenê hemû şêwazên têkoşîna demokratîk ji bo bidestxistina bernameya xwe pejirand, hewl da ku yekrêziya kurdî pêk bîne û nêrîna xwe ji bo Sûriyê diyar kir ku pêwîst e dewleteke federal, demokrat, secular, pir-netewe û pir-olî be û destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyê û mafên pêkhateyên din yên niştimanî nas dike.”

Hekez kir jî: “ENKS bijardeya ewlehî û leşkerî ya rejîmê di rûbirûbûna krîzê de şermezar kir û çareseriya siyasî wek bijardeya herî guncaw ji bo derketina ji bazneya tundûtûjî, kuştin û wêrankirinê dibîne. ENKS ji bo bibe beşek ji çareserî û hevkariyê û beşdar be di diyarkirina pêşeroja Sûriyê de, kar bi hêzên opozîsyonê yên niştimanî re kar kir û di sala 2013an de tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bû, li ser bingeha belgeyeke ku tê de nasnameya niştimanî ya gelê Kurd li Sûriyê û mafên wî yên niştimanî hat naskirin.”

Destnîşan kir jî: “ENKS di çarçoveya şanda Hevpeymaniyê de beşdarî kongirên Cenêvê bû, herwiha weke yek ji pêkhateyên Desteya Danûstandinan beşdarî kongreya Riyad 2 û Komîteya Destûrî bû. ENKS li aliyê her hewleke siyasî ya navdewletî ye ku dawî li stemkariyê bi hemû stûnên wê bîne û armancên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de pêk bîne.”

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin: “Derbasbûna hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wan ve bo Efrînê di sala 2018an de û Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019an de, barê ENKSê li hember pêla koçberiyê û êş û azarên koçberan zêde kir, ev yek ji bilî tawan û binpêkirinên gelek komên çekdar ên di derheqê kesên ku li ser xaka mane û karê wan ê guhartina demografiya herêmên Kurdî.”

ENKS di daxuyaniya xwe de tekez dike: “ENKS li hember eşkerekirina van binpêkirinan ranewestiya, civaka navdewletî xiste pêş wêneya trajedîk ya xelkê wan deveran û jê daxwaz kir ku berpirsiyariya xwe di rawestandina van tawanan de bigire ser milê xwe û kar ji bo asankirina vegera koçber û derbideran bo malên xwe, dabînkirina pêdiviyên jiyanê ji wan re, derxistina komên çekdar ji navçeyên niştecihbûnê û radestkirina rêveberiya wan deveran ji bo nişteciyên xwe yên resen bike.”

Derbarê yekrêziya navmala Kurdî de ENKS diyar dike: “ENKSê ji ber pêwîstiya qonaxê û daxwazên gel ên yekrêziya Kurdî, razî bû ku bi PYDê û aliyên wê yên hevalbend (PYNK) re bikeve danûstandinan, Tevî talbûna ezmûnên berê yên ENKSê pê re û têkçûna peymanên Hewler û Duhokê yên di bin sîwana Serok Mesûd Barzanî de hatine kirin û tevî kiryarên wê (PYD) yên tepeserkirin û tirsonek li dijî ENKSê û alîgirên wê.”

Herwiha got: “Di van danûstandinan de rêkeftina Duhokê wek bingeh ji bo wê hat dînin û bi serperiştiya Amerîka û garantiya ji serkirdayetiya HSDê ya pabendkirina PYDê bi cîbicîkirina rêkeftinê, peydakirina atmosfereke erênî ji bo çalakiyên siyasî û redkirina sînordarkirina karê ENKSê û girtina hevalên wê dihatin kirin. Di mehên destpêkê de, li ser dosyayên girîng ên wekî “Nêrîna Siyasî ya Hevpar” û avakirina “Lêvegera bilind a Kurdî” hat lihevkirin.”

Destnîşan kir jî: “Tevî ku ev danûstandin hîna gelek dosya li pêş wê ne û pêwîstiya wan bi çareseriyê hene, lê belê PYDê û dezgehên wê yên ewlekariyê bi armanca têkbirina wê, êrîşî ser ofîsên ENKSê kirin, kadroyên wê girtin û lêpirsîn bi endamên wê û malbatên Pêşmergeyên Roj re kirin û daxuyaniyên medyayî yên xiyanetkariyê li dijî ENKSê avêtin. Ji ber vê yekê, daxwaz ji aliyên gerentîkat û serkirdayetiya HSDê dike ku kar ji bo rawestandina van binpêkirinan û dubarenebûna wan bikin û belgeyên garantiyê yên ku wan soz dabûn wek destpêkekê ji bo berdewamkirina danûstandinan, bi cih bînin.”

ENKSê diyar kir: “Ji bo xurtkirina rola niştimanî ya ENKSê, bi Tevgera El-Xed a Sûriyeyê û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk re Bereya Aştî û Azadiyê ava kir, weke çarçoveyek vekirî ji hemû hêzên niştimanî yên opozisyonê re ku baweriya wan bi çareseriya siyasî, çalakiyên demokratîk û hevpariya rasteqîne di xêzkirin û diyarkirina çarenivîsa welat de li gorî nêrînekê ku biryarên rewatiya navdewletî qebûl dike, bi taybet jî biryara 2254.

Li ser rol û piştevaniya Serok Barzanî, Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê ya siyasî ji gelê Kurd ê Rojavayê Kurditanê re, ENKSê got: “Di vê boneyê de, ENKS spasiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo wan alîkariyên ku pêşkêşî gelê Kurd li Sûriyê di kêşeya wan de kirine. Ew hertim baştirîn piştgir ji doza gelê Kurd a netewî bûn û di piştevanîkirina xebata ENKSê de jî ti carî xemsar nebûn.”

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “ENKS û ew dikeve dehsaliya xwe ya duyemîn, pabendbûna xwe bi armancên neteweyî û niştimanî yên ji xwe re danîbûn, nû dike, tekezî li ser berdewamiya tekoşîna xwe ji bo bidestanîna wan dike û rê nade ku zehmetî û astengî xebata wê rawestîne.”

Nerîna min :