Ji bo operasyona Musilê amadebaşî bi temamî hatitye kirin.Pêşmergeyên Kurdistanê bi hemû awayî amadene û cihê xwe yê pêwist girtine.Hêviya fermana fermandarê Giştî yê hêzên Kurdistanê Mesud Barzanine.Di vê derbarê de berpirsê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê yê Başîka Hemid Efendi dibêje: ’’Pêşmerge li hemû eniyên şer de ketiye amadebaşiyê û li benda demjimêra sifir dikin.’’Hemid Efendi berdewamiya daxûyaniya xwe de got:’’Pêşmerge rolekî giring û bi bandor li piroseya azadkirina Mûsilê de wê bilîze û dema ku ferman ji me re bê dayîn ku dest bi tevgerê bikin em amadene bikevin tevgerê.’’ Teqez jî kir: ’’DAIŞ xwedî hêza ku bikarê li pêş vê tevgerê raweste nîne.’’
Pêş
29/07/2026
Heşdî Şebî: Baregehên me bûn armanca êrîşên Amerika û Erebistana Siûdî ..!
27/07/2026
Deriyê Nisêbînê vedibe
Têkildar
Balkêş e ?
Close


