
(Ji bo Newrozê emê hemû li Kurdistanê bin, Cejna Newrozê tê bi geştiyarî kirin) eve serdêra babetekî Nadir Rustî Peyvdarê Desteya Giştî ya Geştuguzariya Kurdistanê ye ku beşek ji plana wan ya 5 salane û îsal bi 2020 an destpêdike. Her wiha pêşbîniya ewe dikin ku îsal yek milyon geştiyar ji bo cejna Newrozê bêne Kurdistanê.
Rustî dibêje: Cejna Newrozê yek ji cejnên kevnarên gelê Kurdistanê ye, salane li meha Adarê bi taybetî piştî 21ê Adarê komek çalakiyên neteweyî birêvediçê û bi helkefta cejna Newrozê gelek cîhan bi çend awayên cûr bi cûr cejna Newrozê tê pîrozkirin.
Ji bo geştiyarî kirina cejna Newrozê Desteya Giştî ya Geştuguzar(Turizm) ya Kurdistanê planekî 5 salî daniye û ji vê salê ve diçê warê bicîhkirinê.
Dibe ku nêrînên cûda li Herêma Kurdistanê û li cîhanê li ser cejna Newrozê û awayê serhildan û dîroka wê hebê. Hinek wekî cejnekî neteweyî ya Kurd gelek bihêz piştgîriyê li dikin, hinek wekî cejna regeza Arî dinasênin û bi cejna çend netewe û gelên rojhilatê dinasênin. hinek jî wekî cejnekî cîhanî û rojekî nû ya demsalê salê dinasênin.
Ji bo Kurdan cejna Newroz vedigerê sedsala heftem ya berî zayînê, bi tevahî li gel damezrandina yekem dewleta Kurdî, wate dewleta Med, dirust bûye. Hinek jî wiha dizanin çîroka Kawa yê Hesinger û Dehak tevahî berevajiye ku li nav Kurdan de berbelave.
Desteya Giştî ya Geştuguzar Newrozê wekî cejnekî gelê Kurdistanê, wekî karnavalekî neteweyî û wekî kultûrekî zîndî, wekî rojekî nû û cûda girîng bê û çavkaniyeke xweşî û şadî û ji bo sûdbexşîna gelê Kurdistanê be. Her wiha çavkaniyeke dahatê be ji bo jiyana nîştecihên Herêma Kurdistanê. Ji bo wê yekê hizr û bîra bi geştiyarî kirina cejna Newrozê çend saleke kar li ser têkirin û îsal jî planekî taybetî ji bo wê hatiye danîn û li rêya grupeke Desteya Geştuguzar û li bajaran kar ji bo serxistina wê tê kirin.
Li gor Daxuyaniya Berdevkê Desteya Giştî ya Geştuguzar, planek ji bo 5 salî ji bo geştiyarî kirina cejna Newrozê hatiye danan, li planê da hatiye ku Herêma Kurdistanê dikin mezintirîn navenda ji bo birêveçûna ahenga Newrozê û xweşî û çalakiyan bi karnaval dikin. Ji bo wê yekê armanca planê li van pênç salan de pêkhatiye ku bikarin hejmara geştiyaran li rojên Newrozê bikin yek milyon geştiyaran. Ji bo gihîştina vê armancê salane hejmarek çalakiyên cûr bi cûr birêvediçin û sûd ji wan rêwresmên Newrozê li bajarên Kurdistanê têne wergirtin û bi cîhanê dinasênin.
Li sala 2020 wekî destpêkeke zêdetir rêxistina karan û dirustkirina hemahengî û nasandin û belavkirina hişyariye li hundir û derveyê Herêma Kurdistanê. Sal bi sal çalakî karnaval mezintir û berfirehtir dibin û hejmara geştiyaran zêdetir dibe.