Polîtîk
Ji bo misogerkirina mûçeyan lihevkirin û hevgirtin heye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxûyakirin ku ji bo misogerkirina mûçeyan lihevkirinek heye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Gubad Talabanî îro civînek taybet li dar xistin da ku hewl û encamên dawî yên danûstandinan bi hikûmeta federal re li ser mûçe û mafên darayî yên xelkê û ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê nîqaş bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku di civînê de tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hemî hewldanên bi hikûmeta federal re ji bo çareserkirina pirsgirêkê hat kirin.


