Kultur

Ji bo Kurdî tû xebateke fermî tûne

Nabi Avcı Wezîrê Perwerdehiya Netewiya Tirkiyê, got: Li xwendingehên taybetî de ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî tû xebatek tûneye.

Nabi Avcı Wezîrê Perwerdehiya Netewiya Tirkiyê piştî dawî hatina Konferansa Projeya Bihêzkirina Perdewerdehiya Taybet de bersîva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsiyara rojnamevanek ya di derbarê perwerdehiya zimanê Kurdî de got, heta niha tû xebateke wiha tûneye.

Her wiha Nabi Avcı Wezîrê Perwerdehiya Netewiya Tirkiyê da zanîn ku di vî derbarî de ne li nav partiya wan AKP û ne jî li nav Hikûmetê de xebateke wiha tûneye û ji bo xebateke bi vî rengî pêwîste destûra bingehîn bête guhertin.

Back to top button