Ji bo ku Kurdî axivî hate kuştin
Ciwanek Kurd temenê wî 19 salî, li bajarê Tirkiye Adapazari karker bû ji xwe re dixebêtî. Şirîn Tosun gencek Kurd bû û şirketa basa ya Oz Diyarbakir de wek muawin kar dikira. Ji bo karek demî çûbî bajarê Adapazara Tirkiye.
Rojekî li gel hinek hevalên xwe diçin nawenda bajêr, ji xwe re Kurdî diaxivîna tiştek din nekirîbû. Lê ji bo axavtina Kurdî bû aramca êrîşa 6 gencên Tirk. 6 gencên Tirk êrîşkirin û ew ji lêdanê pelixandin, piştre jî guleyek bi sere wî de teqandin.
Şahin rakirin nexweşxaneyê, 50 roja ji bo ku bijî li berxweda . Lê mixabin dawîyê de winda kir û jiyana xwe ji dest da. Termê Şirîn Tosun birin Diyarbekirê spartin axê,
Encama siyaseta nijadperestên Tirk û herwerha encama siyaseta “gelan“ bi dehan bûyerên bi vî awayî bûne, nijadperstên Tirk êrîşê kurdan kirine li wan dane , ew birîndar kirine û ew kuştine.
Siyaseta biratiya “Gelan“ dijmineyatî di nava gelen de geş kiriye.