Ji bo her 30 hezar kesan 1 amêrê henasedana destkird heye

Yek ji nexweşxaneyê taybet bi şewba Korona li Herêma Kurdistanê dikarê 55 tûşbûyên wî nexweşî têda binivin, lê belê bi tenê 11 amêrên henasedanê yên destkird têda hene.

Niha Herêma Kurdistanê zêdetirê şeş milyon nîştecihên xwe heye û 200 amêrên henasedana destkird hene ku eve jî ji bo her 30 hezar kesan amêrek ber dikeve.

Wezareta Tendirustiyê ji bo rûbirûbûnê plana A,B,C, heye, niha Kurdistan li qonaxa A daye û rewşa Kurdistanê li bin kontrolê daye, lê belê qonaxa C metirsîdare, eger rewşa Kurdistanê bigihê wî astî, wê hemû nexweşxane ji bo tûşbûyên Korona bêne terxan kirin.

Di derbarê kêmbûna amêrên henasedana destkird, karînên testa Koronayê jî ji ber kêmbûna kîtan sînordare, lê belê niha pêwîste nêzîkî heft hezar testên Korona li Kurdistanê hene. Rojane li taqîgehên Kurdistanê dikarin testa Koronayê 200 heta 300 gumanlêkiriyan bikin.

Nerîna min :