Hevpeyvîn

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û İraqê Îradeyeke İraqî nîne

Derbarê rewşa daniştvanên Kurd ên li navçeyên Celewla û Se’diye, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Tişta li wan navçeyan tê kirin proseyeke nexşekişandî û rêkxistî ye bo valakirina navçeyê ji pêkhateya Kurd bi rêya gefxwarin, encamdana tawanên kuştinê û derbiderkirinê bi piştgiriya Artêşa İraqê, ku me çaverê dikir ew artêş piştî ruxandina rejîma dîktator biguhere bo artêşeke niştimanî û nûnerayetiya hemû İraqiyan bike, ne bibe beşek ji proseya tirsandina daniştvanên bê zerer.’’

Li ser man an jî vekişîna hêzên Amerîka ji İraqê Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnameya Şerq El Ewset re wiha axifî: ‘’Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê derbarê mana hêzên Amerîka de li İraqê helwêsteke zelal nîşan dabû, bê virde-wêde ragehandibû ku pêdiviyeke zêde ya İraqê bi hevkariya Amerîka ye bo başkirina rewşa ewlekariya wê. Bi vî awayî jî pêwistî bi mana beşek ji wan hêzan heye heta hêzên ewlekariya İraqê bikaribin berpirsyariya xwe cîbicîh bikin di parastina proseya demokratîk de, ku bi salan e İraqiyan qurbanî bo wê dane.’’

Pêdiviya İraqê bi mana beşek ji hêzên Amerîka heye

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerq El Ewset kesê dûyem ê Serkirdayetiya PDKê Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: ‘’Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê wek beşek ji İraqa Federal danûstandinê ligel wan dosyayan dike, bi awayekî eşkere jî me helwêsta xwe ragehandiye û me ji kesî veneşaretiye, pir bi zelalî me gotiye. Herwiha eşekere jî me gotiye pêdiviyeke zêde ya İraqê bi mana wan hêzan heye, lê derbarê wêya brêz Serokê Herêma Kurdistanê gotiye dibe ku beşek ji hêzên Amerîka li Kurdistanê bên bicîhkirin, axaftineke esl û esasê wî nîne û nerast e. Ji ber gavên Serokê Herêma Kurdistanê û ew karên ku kar li ser dike di çarçoveya wan şêwir û gotûbêjên navxweyî de ne ku li ser astê cuda cuda yên siyasî di navbera fraksyon û hêzên siyasî yên İraqî de tên kirin. Di wê derbarê de helwêstekî yekaliyane yê brêz Serokê Herêma Kurdistanê jî nabe, lê belê ew pirs bi şêwir di navbera hemû pêkhateyên siyasî yên İraqî de tê yekalîkirin, di danûstandina ligel wê pirsê de serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ji tifaqa wan hêzan dernaçe.’’

Bila PJAK destpêşxeriya ragirtina xebata çekdarî bike

Li ser wêya ger hêzên Amerîka amade bin hêzên ser sînorê Herêma Kurdistanê belav bikin, wek bersivek bo tehdîdên berdewam ên Îranê beramber Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Topbarana Îranê niha bi awayekî zêde bandorê li jiyana daniştvanên wê navçeyê dike. Berî dû salan hebûna Amerîka li İraqê bihêz û karîger bû, wê demê li welatê me berpirsyariyeke exlaqî, siyasî û serbazî li ser milê hêzên Amerîka bû, lê wê demê ku Îranê topbaran dikir mebesta wê ew bû bizanê helwêst û reaksyona Amerîka çi dibe, lê ti reaksoneke Amerîkiyan nebû beramber wê topbaranê, wê bêdengiyê jî Îran pal da bikaribe bi awayekî zêdetir gefan li ewlekariya Herêma Kurdistanê bixwe. Bila em rastbîn bin, Herêma Kurdistanê bi wê yekê ve girêdayî ye ku li ser axa wê gef li welatên cîran neyê xwarin, vêca çi Îran an jî Tirkiye. Evna jî bingeheke ku em jê poşman nabin. Di dema borî de jî me ispat kir ku em sedema aramiyê ne ne alozî li navçeyê. Sedema topbarana Îranê jî hebûna çalakiyên serbazî yên PJAK-ê ye, ew çalakî jî ne tenê li navçeyên sînorên hevbeş in, di heman demê de piraniya wan di nav kurahiya axa Îranê de tên kirin. Bi awayekî eşkere dibêjim; Herêma Kurdistanê bi tevahî wan êrîşan di nav Îranê de red dike, bi baweriya me ew êrîşên çekdarî yên PJAKê xizmeta pirsa Kurd li Îranê nakin, belkî dibe sedem ku guşar li ser gelê Kurd zêdetir bibe, lewra bi nerîna me pêwist e ew partî metirsiya wan kirdaran fam bike û divê destpêşxeriyekê bike bo ragirtina xebata çekdarî dijî Îranê û berê xwe bide xebata siyasî ya aştîxwaz.’’

Îradeyeke İraqî nîne bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistan û İraqê

Barzanî, di heman demê de ew metirsiyên serkirdayetiya Kurd jî veneşatin di wan guherankariyên ku li navçeyên cihê nakokiyê diqewimin, bi taybetî ew gefên berdewam ku li Kurdên navçeyên Se’diye û Celewla tên xwarin û wiha pêde çû: ‘’Ez di wê baweriyê de me ku berpirsyaretiya pirsa navçeyên cihê nakokiyê û çaresernekirina wan li gor prensîb bingehên destûrî ne tenê di stoyê İraqê de ye, belkî beşekî zêde ya wê berpirsyariyê di stoyê Amerîka de ye, ji ber Amerîkiyan erkên xwe bicîh neanîn di wê berpirsyariyê de, me hîç pêngaveke ciddî jî ji aliyê Amerîka ve nedît bo hevkarîkirina İraqiyan da ew pirsgirêk bê derbaskirin û çareser bibe, çi tişta girêdayî nakokiyên li ser Kerkûkê be yan jî navçeyên din. Divabû serkirdayetiya İraqê û herwiha aliyê Amerîkî ew mesele û çawahiya çarserkirina wê xistibana destpêka karnameyan xwe. Pirsgirêka me ya serekî jî ew e hîç îradeyeke rasteqîne û pratîkî ji aliyê İraqî ve nabînin bo çarserkirina kêşeyên hilawestî di navbera herêm û Bexda de. Bi baweriya me bê hebûna wê îradeya çereserkirinê, man yan çûna hêzên Amerîka ji İraqê hîç tiştekî ji meselê naguhere, ji ber her rojek tê wê ew hêz herin, ya girîng ew e îradeyeke rasteqîne ji aliyê serkirdayetiya İraqê ve hebe bo çareserkirina pirsgirêkên hilawestî, da em bikaribin mînakeke zindî ji bo bihevre jiyana aştiyane û birayane di navbera pêkhateyên İraqê Kurd, Ereb, Turkmen û yên din de pêşkêş bikin. Rê bidin eşkere ji we re bibêjim, mixabin em wê Îradeyê li ba serkirdayetiya İraqê nabînin heta niha, berevajiya wê zêdebûna gefxwarinê li pêkhateya Kurd dibînin li navçeyên wek Celewla û bi taybetî jî Se’diye, evna jî wê bêîradeyiyê îspat dike. Tişta li wan navçeyan tê kirin proseyeke nexşekişandî û rêkxistî ye bo valakirina navçeyê ji pêkhateya Kurd bi rêya gefxwarin, encamdana tawanên kuştinê û derbiderkirinê bi piştgiriya Artêşa İraqê, ku me çaverê dikir ew artêş piştî ruxandina rejîma dîktator biguhere bo artêşeke niştimanî ku nûnerayetiya hemû İraqiyan bike, ne bibe beşek ji proseya tirsandina daniştvanên bê zerer.’’

Wezîrê navxwe û pêşmerge name şandine

Li ser pirsa banga berdewam a xelkê wan navçeyan bo şandina hêzên pêşmerge da wan biparêze, Nêçîrvan Barzanî wiha bersiv dide: ‘’Em niha di qonaxa daxwaza çarserkirina pirsa wan navçeyan de ne bi rêya diyaloga niştimanî, herdû wezîrên navxwe û pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê name nivîsîne bo lidarxistina civîneke bilez a Lijneya Bilind a Wezareta Ewlekariyê ku wezîrê berevanî û navxwe yê İraqê jî tê de amade bibin, mijara civînê jî tenê gefa terorîstan a li ser navçeyên Celewla û Se’diye be. Em niha li benda wê civîna çaverêkirî ne. Ger rewş wek xwe berdewam be, wê demê Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê hemû pêngaveke pêwist diavêje bo parastina daniştvanên Kurdistanê li wan navçeyan.’’ (Rudaw)

Back to top button