Nivîsar

Ji bilî serxwebûnê tu çareseriyeke dinê Kurdan tûneye

Piştî ku bi peymana Sykes Picot axa Kurdistanê li ser çar dewletan ve hate dabeşkirin, li Başurê Kurdistanê jî pirsgirêka Bexda û Hewlêr an ku pirsa Kurd û dewleta Iraqê û sistema rêvebirina Iraqê destpêkir. Ji wê demê û heta niha li navbera Bexda û Hewlêrê de pirsa soz û bi cîhkirina peymanan heye.

Li hemû Hikumetên Iraqê de ji bo ku heta demekî Kurdan razî bikin, gelek caran soz dane serok û serkirdeyên Kurdan û li gel wan peymanan îmze kirine, lê belê ew li ser soz û peymana xwe nemane û her xwestine Kurdan bixapînin. 

Helbet heta roja îro jî ev yek berdewam bûye û wiha lê hatiye ku êdî hikumeta Iraqê li hember Kurdan neku soz û peymanên xwe bi cîh nake belku destura welat binpê dike û mafê rewayê Kurdan înkar dike û naxwaze mafê Kurdan bide.

Gelek kes jî dizanin ku derxistin û firotina nefta Kurdistanê de li gor destura Iraqê mafê her Iraqiyek heye û ev neft li berjewendiya hemû take keseke Iraqiye. Wate pereyê vê nefta Kurdistanê diçe berîka Erebekî Basra û her keseke din jî. 

Başe eger berjewendiya wan jî têda hebe ji bo çi hikumeta Bexda astengiyan ji bo firotina nefta Kurdistanê derdixe û her wiha dixwaze ew budceya ku eve çendîn sale ji bo Kurdistanê dişîne wê jî qut bike. Budçeyê wekî kartekî zextkirina li ser Kurdan bikarbîne.

Birastî her sal Nurî Malikî Serokwezîrê Iraqê dijî Kurdan biryareke gelek xerab dide û Kurdan naçar dike ku ji bo xwe dergeheke din û çareseriyeke din peyda bikin. Ji xwe ji bilî ragihandina serxwebûnê jî tu çareseriyeke dinê Kurdan tuneye. Eger Malikî here jî wê Galikî were û ji bilî nav wê tu cudahiyek di navbera helwesta wan de tunebe. 

Eve sedsale em diceribînin êdî pêwîst nake deh salên xwe jî ji bo Galikî xerc bikin. Ya herî baş eweye ku em bibêjin: Bi navê xwedayê mezin û dilovan û ji bo ragihandina serxwebuna welatê xwe dest bi amadekariyan bikin û demeke nêzîk de dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ragihînin. Ji xwe ji bilî vê jî tu çareyeke din tuneye…

Botan Kurdistanî

[email protected]

Back to top button