Ji bilî Goran hemû partiyên Kurdistanî civiyan
Li civînê de çar mijarên serekî hate nirxandin, ew mijar jî ji van xalên li jêr pêkhatibû:
1- Encama dawî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Îtalya û Tirkiye.
2- Naveroka civîna dawî ya di navbera rêzdar Serok Komarê Iraqa Federal û Serokê Herêma Kurdistanê.
3- Guftûgokirina amadekirin û şandina şandekî ji partiyê siyasiyên Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, bi mebesta civîna li gel îtîlafa nîştimanî û hevpeymaniya nîştimaniya Iraqî û aliyê siyasiyên dinê Iraqê û guftûgo li ser pêvajoya siyasiya Iraqê û helwesta Kurdistanê li ser kêşeyên di navbera Herêm û Bexda û ew peymanên ku hatine îmza kirin bi taybetî peymana Hewlêr.
4- Budçeya sala 2013 ê Iraqa Federal û berketiya Herêma Kurdistanê ji wê budçeyê.
Li vê civînê de biryar dan ku şanda partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bête pêkanîn.
Aliyê siyasiyên beşdarî li vê civînê kiribûn li jêrin:
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Partiya Şu’î ya (Komunistên) Kurdistanê
Tevgera Demokratiya Turkmen
Tevgera Çaksaziya(reform) Turkmen
Lîsta Erbîlî Turkmenî
Encumena Gelê Kildan Suryan û Aşûr
Tevgera Demokrata Aşûrî
Lîsta Ermen