Di 96 saliya xwe de bû bav

Li eyaleta Haryana a Hîndistanê, zilamê bi navê Ramjît Raghav, piştî du salan careke din bi teva pirrsaliya xwe bû bav. Raghav di 96 saliya xwe de bû bavê zarokekî. Li cîhanê di vê warê de zilamê 96 salî Raghav rekorê di destê xwe de digre.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Îngiliz Daily Mailê de hatiye weşandin, hevjîna Ramjît Raghav jî wê 54 saliye.

Bavê 96 salî wiha dibêje: Têkiliya cînsî a bi rêkûpêk a di navbera hevjînan de pirr girîng e. Ez, ji bo ku bi tendurist bimînim, her tim behîv û rûnê nivîşk dixwim. Dema zarokê me li nexweşxanê hate dinyayê, herkes matmayî ma, bawer nekirin ku ev zarokê me ye. Kûrê min wê zireta min bidomînin.

Bavê li cîhanê yê herî extiyar, navê kûrê xwe Ranjît lêkirine.    

Nerîna min :