Ji Bexdayê daxwaza destxetên Mîrê Amêdiyê dikin
Selman Nihêlî Birêveberê Pirtûkxaneya Giştî ya Amêdiyê ragihand ku wan bi nivîseke fermî daxwaz ji Bexdayê kiriye her 400 destxetên Mîr û Paşayên Amêdiyê, ewên li Bexdayê mane ji bo Amêdiyê bêne veguhestin.
Her wiha got: Hejmareka zêdeyê nivîskarên Kurd ji bo sûd wergirtinê û çêkirina vekolîn û nameyên master û doktorayê ji bo dîtina wan destxetan berdewam qesta Bexdayê dikin. Lê belê Bexda heta niha bi tu awayî razî nebûye wan destxetan vegerîne pirtûkxaneya Amêdiyê.
Selman Nihêlî Birêveberê Pirtûkxaneya Giştî ya Amêdiyê diyar kir ku nêzîkî 10 hezar destxetên Mîr û zana û sultan û paşayên Amêdiyê hebûn, lê belê piştî sala 1919 hinek ji pirtûkxaneyên Amêdiyê hate şewitandin û bêhtiriya pirtûkan hatin şewitandin û yên mayîn jî ku nêzîkî 400 destxetane, li wê demê Iraqê dest bi ser da girt û birin Bexdayê parastin û heta niha nehatine vegerandin.
Her wiha Nihêlî got: Me bi rêya Pirtûkxaneya Giştî ya Dihokê û bi nivîseke fermî daxwaz ji Bexdayê kiriye wan destxetan vegerînin Pirtûkxaneya Amêdiyê û wan destxetan jî hemû mohr û navên Mîrên Amêdiyê li ser hene, bi taybetî jî destxetên Mîr Sûltan Hesênê Korê Hesen, bêhtiriya destxetên wî mane.