PolîtîkRojev

Ji ber terora PKKê gundên Amêdî û Zaxo tên vala kirin

Sekreterê encûmena parêzgeha Duhokê aşkera kir, ji ber hebûna PKKê rûniştvanên gundên parêzgeha Duhokê bi giştî kêm bûne û gundên ser bi Amêdî û Zaxo jî ber bi valabûnê ve diçin.

Roja 26.12.2020ê sekretere encûmena parêzgeha Duhokê Rizgar Sidqî ji BasNewsê re ragehand, ji ber şer û aloziyan û hebûna PKKê metirsî li ser jiyana xelkê gundên ava bûye, ji ber wê jî xelkê gundên parêzgeha Duhokê bi giştî û bi taybet jî gundên qez Zaxo û devera Amêdiyê nikarin vegerin gundên xwe û berdewam hejmara niştecîhbûyan kêm dibe û berê xwe didin bajar.

Herwaha aşkera kir, li navenda parêzgeha Duhokê zêdetir ji 275 gund ji ber şer û aloziyên PKKê û bombebaranên balefirên şer hatine vala kirin û beşekî din ên gundan jî hejmara rûniştvanên wê ber bi kêmbûnê ve diçe.

Back to top button