PolîtîkRojev

Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê heta naha 33 kesên sivîl şehîd bûne..

Qaymeqamê qeza Amêdiyê Îsmaîl Mistefa daxûyaniyek da BasNewsê û got: Li sînorê qeza Amêdiyê 358 gund hene ku ji wan 200 gund ji aliyê PKKê ve hatine dagir kirin û tenê li nahyeya Şêledizê 91 gund hene û 85 gund ji wan ji hatine vala kirin. Ji ber berdewam bahane bo Tirkiyê çêdibe ew jî deverê bombebaran dike û hebûna çekdarên PKKê bûye sedemê nearamiya xelkê deverê û hemû xewna xelkê deverê ew e, PKK wan dera vala bike.

Qaymeqamê Amêdiyê got: ‘’Ji ber şerê berdewam yê PKKê û Tirkiyê li sînorê vê qezayê ziyanên mezin geheştine xelkê me ku ziyanên canî û madî jî nav de heta naha 33 kesên xelkê vê qezayê ji ber bombebarên Tirkiyê şehîd bûne.’’ Û got: ‘’Roj bi roj PKK xwe nêzîkî malên xelkê dike û ev yek bûye sedem ku bombebaranên Tirkiyê li deverê berdewam bin.’’

Back to top button