CivakRojev

Çepên Kemalist jî ji bo rê li dewletbûna Kurda bigrin berê xwe dan başûrê Kurdistanê..

Çekdarên MLKP (Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst) daxûyaniyek dan û dibêjin ku,ewê li başûrê Kurdistanê mil bidin milê PKKê û şer bikin.Berdevkê vê rêxistinê dibêje: Ev êrîş li ser hemû gelan in. Em têkoşîna yekbûyî geş bikin. 

Dewleta dagirger dît ku plana dagirkirina başûrê Kurdistanê bi PKK tenê zehmete herê serî. Ji bo vê yekê jî hinek din rêxistinên Kemalîst ku li dijê dewletbûna Kurdane rêkirin başûr.

Berdevkê çekdarên MLKP berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Ên ku êrîşên dagirkeriya mêtinger a faşîst a Tirk  a li ser Rojava pejirandin, îro jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê pejirandine. Ên ku li bara êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng mane, dagirkirina Başûrê Kurdistanê pejirandine, her wiha ew in ku dixwazin şoreşe me ya demokratîk, gelparêz û wekhevîxwaziya jinê ya li Rojava bifetisînin.

Ev berdevkê çekdara bi devê PKKê diaxive û li başûr tenê xwe ji bo şerê PDKê amade dikin.

Back to top button