Rêveberê nahyeya Sinûnû ya ser bi qeza Şingalê ragehand hebûna çekdarên PKKê li sînorê wan bûye sedem balefirên şer ên Tirkiyê bombebaranan bikin û ev yek jî ziyan gehandiye navçeyê û xelkê sivîl dibin qurbanî.
Îro 09.11.2020ê rêveberê rewa yê nahyeya Sinûnê Nayif Seydo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çekdarên PKKê ji sala 2014ê ve hatine sînorê Şingalê û ji rewşê sûd wergirtin ku DAIŞê bi serê xelkê Şingalê û derdora wê de anî, PKKê ji wê rewşê sûd wergirt û cîhê lingê xwe qahîm kir. Hinek ji xelkê navçeyê jî ku hejmara wan pir kême, peyvendiya xwe li gel wan çêkir, bi taybet ewên ku temenê wan biçûke, an jî bin 18 salî de ne ji aliyê PKKê ve mêjiyê wan hate şuştin.’’
Herwaha got: ‘’Daxwaza me ji PKKê ew e, eger xwe kurd dibînin, navçeyê bila vala bikin û axa xwe bicîh hiştine û hatine Şingalê û mijûlê bazirganiyê ne. polemîkên siyasî dikin û ji tevgera wan xelk dilgirane. Hin kesên din jî ji parçeyên din ve hatine ku çekdarên PKKê ne, ji dema ku Pêşmerge bi serpereştiya rasterast a Serok Barzanî ve Şingal ji dest DAIŞê rizgar kir û piştre bûyerên 16ê cotmehê hatin pêş û êdî PKKê dîsa ew kir derfet bo mayîna xwe ya li sînorê Şingalê.’’
Nayif Seydo got: ‘’Eger PKK sînorê Şingalê vala neke, berdewam Tirkiyê dê navçeyê bombebaran bike û di wê navberê de xelkê sivîl dê ziyanê bibîne û dibin qurbanî. Ji ber wê daxwaza sedî 80 xelkê Şingalê ye PKK Şingalê vala bike, ji ber bahaneya Tirkiyê naha PKK ye bo bombebaran kirinê.’’