CivakRojev

Ji ber PKKê koçberbûna xortên Herêma Kurdistanê zêde bûye

Pisporekî serbazî dibêje, ji ber hebûna PKKê û aloziyên ku ji ber vê yekê çêbûne, xelkê Herêma Kurdistanê zêdetir koçberî derve dibin.

Pisporê serbazî Hakim Hemdî li ser koçberbûna xelkê Herêma Kurdistanê bi taybet xortan ji BasNewsê re got, diyardeya koçberbûna xortan tiştekî normal e. Bi qasî ku xortên ereb koçber dibin xortên Kurdistanê koçber nabin. Lê li Herêma Kurdistanê mesela koçberbûna xortan bûye siyasî û hinek aliyên siyasî jî pê siyaset dikin.

Hakim Hemdî her wiha got, sebebeka koçberbûna xortan ew atmosfer û rewşa ye ku ji aliyê welatên dagîr ve û bi rêya medyayê hatiye çêkirin. Xelkê bi derketina şerê birakujiyê ditirsînin ji ber wê jî xelk ji tirsa jiyana xwe koçber dibe û berê xwe dide welatên Ewropa.

Wî pisporê serbazî da zanîn jî, beşek mezin ji elewîyên PKKê li Herêma Kurdistanê, rolek baş nalîzin da ku Herêma Kurdistanê di rewşek aram de be. Xortên deverên Raniye, Qeladizê û Silêmaniyê jî teslîmî PKKê nabin, loma neçar dibin berê xwe bidin derve.

Back to top button