
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, pirsa hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û serokkomariyê di rojevê de bi germî tê gotubêj kirin. Ji bo hilbijartina tifaqên cuda têne avakirin. Lê pirsa Kurd di rojevê de gelekî ne diyar e. Ji bo vê yekê me hinek pirs aresteyî serokê giştî yê Partiya Demokrata Kurd(PDK) birêz Reşît Akinci kirin. Me xwest ku em dîtina wan di derbarê hilbijartinan de bizanin.
Pirsên Rojeva Kurd û Bersîvên Reşît Akinci:
Gerek aliyên Kurdî di derbarê avakirina Platformek Kurdistanî de îdeolojik nefikirin. Divê ew berjewendiyên netewî li ser hemû tiştekire bigrin…

Reşît Akinci
Rojevakurd: Gelo li gora baweriya we dê encama hilbijartinan çawa be? Dê encama hilbijartina çi bandora xwe li ser pirsgirêka Kurda hebe?
Reşît Akinci :Li ser encama hilbijartina gotubêjên cuda hene. Muxalefet û hemû dijberê desthilat û AK Partiyê dibêjin dê Erdogan winda bike. Piranî jî rewşa aborî û siyasî wek sedem didin nîşandan. Lê dixweyê ji bo AK Partî desthilata xwe berdewam bike Erdogan piralî dixebite û baweriyek heye dê cardin ev desthilat berdewam be.
Lê ji bo me ya sereke pirsgirêka Kurd e. Erdogan di destpêka desthilata xwe de ji bo pirsa Kurd hinek gav avêtin. Di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de hêja ev gav nehatibûn avêtin. Kêmasî xedexeya li ser zimanê Kurdî rabû, hêdî mirov dikare bêje ez Kurdim. Zimanê Kurdî wek dersa hilbijêr di dibistanan de tê xwendin, hinek zaningehan de beşa Kurdî vebû. Kanalek dewletê TRT KURDÎ bi zimanê Kurdî weşanê dike.Ev gavên başibûn.
Lê Erdogan piştî hilbijartinên 2018ê ji bo berdewamiya desthilata xwe , xwe bi awayekî spart MHPê. Ji wê pêde di derbarê Kurdan de xirab axivî.
Ji aliyek din muxalefet ji bo Kurda tiştek ku bi desta bê girtin nabêje. Mixabin di pêvajoya hilbijartinan de her aliyek pirsa Kurd dike malzemeyka propagandeya xwe. Yanî bi kurtahî eger partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsa Kurd ne xwedî projeyekî bin, kesek ji bo Kurda tiştekî nake. Bê guman eger partiyek derkeve holê û projeya xwe di derbarê pirsa Kurd de eşkere bike, dê hesanîtir mirov bikaribe behsa bandora hilbijartina li ser pirsa Kurd bike.
Rojevakurd:Li Tirkiye bi navê ‘’Tifaqa Cumhur’’ û Tifaqa Millet’’ du tifaq hene, HDPê jî li gel hinek partiyên çepên Tirk tifaqek ragihand û herweha di serokatiya HDPê de bi navê ‘’Tifaqa Kurdistan’’ jî tifaqek heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Reşît Akinci :Rastî wek me bersiva pirsa yekem de jî dayî xûyakirin, tifaqên heyî ji pirsa Kurd dûrin. Tifaqa Cumhur ji Ak Partî û ji MHP hatiye avakirin ji xwe desthilatin. Tifaqa Millet jî heta wek vê gavê behsa Kurda nekiriye. Di rastiya xwe de gerek li vê derê behsa rastiya HDPê bê kirin. Ji berî her tiştekî HDP xwe wek partiyeka Tirkiye bi nav dike û xwe wek partiyek Kurd qebûl nake. Baş e, eger partiyek bi dengê Kurda bikeve parlementoyê de û xwe partiyeka Kurd nebîne, dê çewe bikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike? Ev pirsa herî girîng e. HDP partiyeka koalisyone, li gel çepê Tirkan koalisyon kiriye û niha jî li gel çepên Tirkên marjinal Tifaq pêkaniye.
Tifaqa ku wek “ Tifaqa Kurdistanê“ tê bi navkirin, tu cidiyeta wê tuneye, di pêşkêşiya HDPê de hinek alî li dora HDPê kom bûne. Cihê pirsêye ku ev Tifaq di derbarê pirsa Kurd de çidibêje. Rastî HDP niha jî hewldide hinek partiyên din ê Kurda ber bi xwe û vê tifaqê ve bibe . Lê ev tenê hemleyaka ji bo hilbijartina ye.
Rojevakurd: Gelo li gora we HDP nûnertiya Kurda li Tirkiye û bakure Kurdistanê dike?
Reşît Akinci: Bersiva vê pirsê gelekî zelal e. HDP nûnertiya Kurda nake, gelek partiyên Kurda hene ew partiyên ku mafê Kurda yên rewa diparêzin dikarin nûnertiya Kurda bikin.
Me hemûyan dît ku, dema “pêvajoya çareseriyê“HDPê çewe nûnertiya Kurda kir. Heta wek vê gavê HDPê bi vê siyaseta xwe nikare nûnertiya xwe bike, dê çewe ya Kurda bike?
Rojevakurd:Heta wek vê gavê hun ne di nava Tifaqî de ne û we tu tifaq jî ranegihandiye.Di vê derbarê de hun di nava tevgerekî de ne ? Dîtina we di derbarêTifaqa de çiye?
Reşît Akinci : Di baweriya me de eger partiyên Kurd werin bahev û platformek netewî Kurdî avabikin û behsa mafên Kurda yên rewa bikin dê gelek başbe. Em wek partî ji bo avakirina platformek Kurdî,netewî û demokratik bi hemû awayê amadene . Dive sêwanek netewî hebe ku, ne tenê partiyên siyasî, siyasetmedarên Kurd, rewşenbir, dezgehên jina, yên ciwana û herweha dezgehên sivîl bikaribin di bin vê sêwanê de kom bibin û bikaribin pirsa Kurd bi awayek pêwist biparêzin.
Tifaq gerek li ser hinek prensîba bêne avakirin û ji bo me ev yek zelale.
Rojevakurd: Hun dikarin li gel HDPê bikevin nava ”Tifaqa Kurdistan” de yan helwesta we çiye?
Reşît Akinci : Em di vê rewşê de nikarin li gel HDPê bikevin di nava Tifaqêkî de. Gerek HDP xwe ji berî her tiştekî wek partiyek Kurdî bide nasandin. Ji aliyek din ve em li gel herkesekî hevdîtina dikin,lê em tu cara pê li prensîbên netewê nakin û ji ber kursiyek di parlementoyê de nakevin di nava tu tifaqan de.
Rojevakurd: Gelo hun platformek Kurdistanî ku li ser bingehê destxistina mafê rewa yê Kurdan wek pêwistiyekî dibînin? Ji bo vê çi pêwiste bê kirin?
Reşît Akinci : Platformek Kurdistanî ku li ser bingehê destxistina mafê rewa yê Kurdan wek pêwistiyekî gelekî giring dibînin. Gerek aliyên Kurdî di derbarê avakirina Platformek Kurdistanî de îdeolojik nefikirin. Divê ew berjewendiyên netewî li ser hemû tiştekire bigrin û mil bidin hev Platformek Kurdistanî avabikin û bibin sêwanek ji bîr û bariyên netewî û demokratik re.
Her demî aliyên Kurd dikarin li ser berjewendiyên miletê Kurd werin ba hev û tifaqa bikin. Gerek ne bi tenê dema hilbijartinan de ev tifaq werin rojeve. Pêwîste ji bo destxistina mafên gelê Kurd hevkarî, tifaq û yekitî çêbin.
Spas
06.11.2022