Civak

“Mala mirinê” ya li Amedê dê bê restorekirin!

Mala ku di sala 2000’î de li Sûra Amedê ji aliyê Hîzbullahê ve weke “mala mirinê” dihat bikaranîn û 2 jê zarok cenazeyên 12 kesan hatibûn dîtin, piştî 22 salan ji aliyê Saziya Parastina Mîrateya Çandê ya Amedê ve weke avahiyeke dîrokî hat qeydkirin. Dê ew  Xanî bê restorekirin.

Hat zanîn  ku li Kolana Kuçukkavasê ya navçeya Nawenda Sûrê mala xirbeyê ku deriyên wê bi betonê hatin çêkirin, piştî ku cenazeyên 12 kesên ku îşkence lê hatibûn kirin hatin rakirin, ji teref Lijneya Parastina Mîrateya Çandê ya Diyarbekirê ve wek avahiyeke dîrokî hat qeydkirin.

Hat gotin ku piştî qeydkirina di Adara 2022an de, di çarçoveya xebatên restorasyonê yên ku piştî xebatên “xendek-barîkatê“ hatin kirin, wê xaniyê navborî jî wek malên qeydkirî yên li Sûrê bê restorekirin.

Back to top button